Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekîr Pakdemîrlî îstîfa kir

Li Tiriyê kirîza siyasî kûrtir dibe, her carî wezîreke Erdogan îstîfa dike. Vê carê jî Bekir Pakdemîr Wezîrê Çandinî û Daristanê yê Tirkiyê îstifa kir.

Doh derengiya şevê, bê ku hincet nîşan bide Wezîrê Tirkiyê yê Çandinî û Daristanê Bekir Pakdemîrlî îstîfa xwe ragihand.

Piştî ku îstîfaya Pakdemîr lî li ser malperên civakî belav bû.

Saziya Sorokkomariya Tirkiyê bi daxûyaniyek îstîfa Pakdemîrlî piştrastkir û got:

“Li gor qanûna wezaretê ya 104’an îstîfaya paktemîrlî ji aliyê serokkomar de hatiye qebûl kirin û dewsa wî Vahît Kîrîşçî hatiye erk darkirin.”

Sala borî li gelek deverên Tirkiyeyê û herêmê agir bi daristanan ketibûn.

Pakdemîrlî jî ji bo li ser qelsiya desthilata Erdogan bigre şewatên daristanan xistibû stuyê şaredariyan.

Ji Tîrmeha 2018’an heya niha tevî Pakdemîrlî 8 wezîr bi vî awayî îstîfa kirin e.

Back to top button