QSD: Dewleta Tirk dizwaze navê hêzên me xira bike

Dewleta Tirk a dagirker îdakir kir ku QSD’ê şervanên xwe ji bo şerê li Ukraynayê şandine. Navenda Ragihandinê ya QSD’ê jî bi daxuyaniyekê ev îda derewand.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê duh li ser malpera xwe ya fermî têkildarî îdiayên dezgehên çapemeniya dewleta Tirk a dagirker ku îda dike QSD şervanê xwe ji bo Ûkraynayê şandiye daxuyaniyek da.

Navenda QSD’ê di daxuyaniya xwede e got: “Gotegot û îdiayên dezgehên ragihandinê yên dewleta Tirk ku me şervanên xwe şandine UKraynayê, derew in û tenê hewldanên bêhêvî ne ku dixwazin navê hêzên me xirab bikin.

QSD hêzeke nîştimanparêz ê Sûriyê ye, ji bo parastina xakê û gel tê dikoşe û li dijî êrişên hêzên terorîst û dagirker disekine.”

Back to top button