MALA ÊZIDIYAN KEÇEKE DIN JI KAMPA HOLÊ WERGIRT

Di 3’ê Tebaxa 2014’an de dema çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kirin, bi hezaran keç û zarokên Êzidî revandin.
Piştî tine kirina çeteyên DAIŞ’ê li ser destê şervanên QSD’ê bi sedan keç û zarok hatin rêzgarkirin.
Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê jî keçeke din êzidî ji rêveberiya kampa Holê wergirt.

Rêveberiya kampa Holê keça bi navê Sîham Refo Silêman ku ji gundê Til Ezîz ê Şengalê ye, di nava koçberên li kampa Holê de peyda kir.

Rêveberiya kampê bi Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê re kete dan û standinan û Mala Êzidiyan serdana kampê kir.

Piştî lêkolînên tenduristiyê yên pêwîst, keça êzidî radestî mala êzdiyan a herêma Cizîrê hate kirin.

Sîham Refo Silêman niha li bendê ye ku bi rêya Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê li warê pîroz şengalê vegere.

Leave a Reply

Back to top button