Şêx û rûsipiyên Ereb: Ev lihevkirin reva hikumetê ji berpirsiyariyê ye

Li ser lihevkirinên ku hikumeta Şamê dema dawî behsê dike şêx û rûspiyên ereb ên Dêra Zorê axivîn.
Rûspiyan diyar kir ku hikûmeta Şamê binavê lihevkirinê dixwaze ji berpirsiyariya xwe ya siyasî bireve û gelê ku daxwaza mafê xwe yê rewa dike sûcdar nîşan bide. 

Piştî Deraa ev demek e hikûmeta Şamê li Dêrazor û Reqa dixwaze bi navê lihevkirinê pêşî li daxwazên rewa yên şêniyên li herêmê bigire, careke din deverê têxe bin kontrola xwe.

Ji rûspiyên êla Şêx Îsa ya Ereb li Sûriyê, Şêx Macid El-Irak têkildarê mijarê ji ajansa Hawarê re axivî.

Şêx Macid El-Irak diyar kir ku mijara “lihevkirinan” mijarekî bigirêk e û ne erênî ye, dihêle welatî gumanan bikin ku ew civakên şaş in û sûcdar in.

Şêx Macid El-Irak got:

Hikumeta Sûriyê bi van lihevkirinan hewl dide ji berpirsyartiyên xwe yên siyasî, civakî û exalqî û komkirina gelê Sûriyê li ser maseyekê bireve.

Endamê Desteya Rêveber a Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê nivîskar Mihemed Beşîr jî diyar kir ku deshilata Şamê dixwaze bi lihevkirinê kirinên xwe rewa bike.

Back to top button