Fransizkas Stier: Nabe têkoşîna PKK’ê bi terorê were pênasekirin

Fransizka Stier, Sekretera Giştî yê Partiya Basta li dijî mayîna PKK heta niha di lîsteya terorê de nerazîbûn nîşan da.
Fransizka dibêje:
“Ewropa ji ber berjewendiya aborî PKK’ê di nav ‘lîsteya terorê’ de hiştiye”
Û pitrast kir têkoşîna demokrasiyê nabe bi terorê were binavkiirn.

Franziska Stier diyar kir dewleta Tirk li ber çavê raya giştî ya cîhanê hiqûqa navnetewî binpê dike û sûcê mirovahiyê dike.

Franziska dibêje jî:

“Ji ber ku dewleta Tirk endamê NATO’yê ye, çavê xwe li sûcên wê digirin.

Ev şaşî û helwesta şaş a polîtîk nayê qebûlkirin.”

Franziska anî ziman mayîna PKK di lîsteyê de biryareke neheq e û got:

“Min ev rastî da ber çavan û destek da kampanyaya derxistina PKK ji lîsteya terorê.”

Herr wiha diyar kir hikumeta AKP êrîşên qirker didomîne û PKK jî li dijî vê qirkirinê têdikoşe.

Dawiyê jî Franziska Stier tekez kir têkoşîna PKK têkoşîneke rewa ye, divê di lîsteyê de cih negire ji ber bandoreke xirab li ser jiyana rojane ya Kurdan dike.

Back to top button