Hêzên Rûsî li bajarê Chernihiv 33 sivîl kuştin

Şerê li Ûkraynayê 9 roj in dewam dike. Tevî hemû nerazîbûnan û berxwedana Ûkraynayê, Artêşa Rûsyayê her bi pêş de diçe. Doh piştî şerekî dijwar Rûsya bajarên Ûrpîn û Xersonê kontrol kir. Di vî şerî de, sivîlan berdêlên giran dan û bûne qurban. Her ku diçe bîlançoya qurbanên sivîl bilindtir dibe. 

9 roj in Ûkrayna û êrişa Rûsya ya li ser, rojeva cîhanê tevî ye.

Her roja derbas dibe şer û pevçûn dijwartir dibin.

Ev şer li bakur, başûr û rojhilatî welêt rû dide.

Û taybet li eniya bakur pevçûnên dijwar hene.

Hat ragihandin li bajarê Xarkovê 8 û li Chernihiv  jî 33 sivîl di êrişên artêşa Rûsyayê de hatine kuştin.

Igor konashenkov: Hêzên me bajarê Urban û Xerson kontrol kirin

Li gel şerê dijwar ê li eniya bakur, artêşa Rûsî herî zêde li eniya başûr bi pêşve diçe.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Igor Konaşenkov ragihand hêzên wan bajarê Urban û Xerson kontrol kirin

Îgor diyar kir ku ku pêşdeçûna artêşa Rûsyayê li Ûkraynayê dewam dike û dorpêça li derdora bajarê Mariupolê  her ku diçe tengtir dibe.

Heta niha hêzên me 9 hezar û 166 leşkerên Rûsî kuştine

Navenda parastina Donetsk  jî ragihand hêzên wan ji roja destpêkê ya şer û heta niha 36 dever kontrol kirine.

Serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn jî bi daxuyaniyekê ragihand operasyonên wan wekî ku hatiye plankirin didomin.

Wezareta Parastinê ya Ûkranyayê jî ragihand hêzên wan heta niha 9 hezar û 166 leşkerên Rûsî kuştine,

33 balfir, 37 helîkopter; 25 tang, 939 maşîneyên zirxî yên artêşa Rûsyayê bêbandor kirine.

Rûsya û Ûkraynayê duh bi şev hevdîtina duyemîn a danûstandinan pêk anîn.

Aliyan di hevdîtinê de li ser vekirina korîdoreke mirovî û dewamkirina danûstandinan li hev kirin.

Rûsya santrala nûklerî ya zaporojya kontrol kir

Santrala Nuklerî ya herî mezin a Ewropayê Zaporojya  ji aliyê artêşa Rûsyayê ve hat bombebaran kirin.

Di encama bombebaranê de şewat di santralê de derket.

Hat ragihandin ku şewatê heta serê sibê dom kiriye û pişt re hatiye vemirandin.

Rayedarên Rûsî eşkere kirin wan santrala nûklerî kontrol kirrye.

Rayedarên Ûkranî jî ev yek piştrast kirin û gotin:

“Moskow terora nûklerî pêş dixe.”

Wezîrên karê derva yên welatên nato’yê îro dicivin

Ji ber pêşveçûna Rûsya li Ûkraynayê û gefên wê yên nûklerî, hat ragihandin wezîrên karê derve yên NATO’yê îro civîneke awarte li Brûkselê li dar dixin.

 

Back to top button