Navendek teduristiyê li Şêxmeqsûd veguherî nexweşxane

Taxa şêxmeqsûd a Helebê amargoyeke giran ji aliyê hikumeta Şamê ve li ser hatiye ferzkirin. Tevî derfetên kêm jî yekane navenda tenduristiyê li wir veguherî nexweşxane û nexweşiyên şêniyan derman dike.

Yek ji welatiyên taxa Şêxmeqsûd Hisên Ehmed ji bo dermankirina zarokên xwe serî li nexweşxaneyê dide wiha got:

“Dema em zarokên xwe ji bo dermankirinê dibin nexweşxaneyê, em gelek sûdê dibînin, ji ber ku buhayê wê li gorî rewşa me ya debarê ye.”

Li aliyekî din Welatiya bi navê Nayle Nasir jî dibêje:

“Berê nexweşxane dermanxaneyek bû, em gelek kêfxweşin ku pêşketin tê de çêbû ê hemû pêdiviyên şêniyan çareser dike.

Têkildarî vê mijarê Hevserokê Meclisa Tenduristiyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, Leyla dazanîn ku navend di sala 2018’an de veguherî nexweşxane û bi navê Şehîd Xalid Fecir hate binavkirin.

Leyla Hesen di dawiya axaftina xwe de bang li Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê kir ku piştgiriyê bide nexweşxaneyê.

Back to top button