Hemîd Riyad berê di nava koma bi navê Roj de bû û di êrişa li dijî Xanesorê de cih girt. Hemîd dibêje: PDK’ê em bi hebûna DAIŞ’ê xapandin. Dema me êrişî Xanesorê kir me ti DAIŞ’î li wir nedîtin. Me miletekî bêçek li hember xwe dît.” Niha jî Hemîd di nava QSD’ê de ye û roja êrişa li ser Xanesorê bi rojeke reş bi nav dike.
3’yê Adara 2017’an; çekdarên Roj ên bi ser PDK’ê ve êrişî Xanesorê ya Şengalê kirin.
Di êrişê de, 4 şervanên YBŞ’ê jî di nav de gelek kes şehîd û birîndar bûn.
Hemîd Riyad berê di nava koma bi navê Roj de bû û di wê êrişê de jî cih girt.
Hemîd dibêje: “Piştî min rastiya wan nas kir, min dev ji wan berda.” û niha li Rojavayê Kurdistanê dimîne.
Li ser êrişa wê demê Hemîd Riyad ji ajansa Rojnews’ê re axivî û behsa rastiya bûyerê kir.
Hemîd diyar kir ku dema PDK’ê ew şandin Şengalê, bi hebûna DAIŞ’ê ew xapandin.
Niha jî Hemîd Riyad di nava QSD’ê de ye û wê rojê, roja êrişê bi rojeke reş bi nav kir.
Hemîd Riyad: MÎT’a Tirk koma roj perwede kiriye
Hemîd li ser koma bi navê Roj û rastiya wê, da zanîn ku ew bi destê MÎT’a Tirk hatin perwerdekirin.
Hemîd Riyad behsa êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê jî kir.