Artêşa Tirk a dagirker ev 2 roj in xaka Başûrê Kurdistanê bi dijwarî bombebaran dike. Balafirên şer yên Tirk berî niha demekî kurt girê Kuro Jaro ya ser bajarokê Şêladizê ku pir nêzî wargehên sivîlan e bombebaran kir.
Artêşa Tirk di çarçoveya êrîşa dagirkeiryê ya ku li Xakurkê dayî destpêkirin, êrîşên xwe li ser herêmê û sivîlan didomîne.
Balafirên şer yên artêşa dagirker girê Kuro Jaro ya bajaroka Şêladizê bombebaran kir.
Li gorî wêne û dîmenên ji aliyê şêniyan ve hatine kişandin bombebaran pir nêzî navenda bajarok û cihên sivîl pêk hatiye.
Çavkaniyên herêmî ragihandin ku niha bombebaran sekiniye.
Lê têkildarî encamên bombebaranê tu agahiyên zelal ne hatine bidestxistin.