Dimenên ji Ûkrayna wêraniya şerê cîhanê yê 2. nîşan didin

Ûkrayna şerê cîhanê yê duyemîn ji nûve dijî. Ji ber êrişên hewayîyên artêşa Rûsya bajar wêran bûye. Hêzên Ûkraynî her çiqasî dixwazin, rê li ber artêşa Rûsya bigrin lê balafir û çekên giran yên Moskow, Ûkrayna ji hev xistiye. Serokê Ûkrayna careke din got, Tekane rêya dawî anîna şer, hevdîtina wî ya li gel Putin e.

Ûkrayna berdêleke giran a şerê li dijî êrişên Rûsya dide.

Bajar wêran bûne.

Şewata li ser avahiyan hêviyên heyî tine dike.

Di encama êrişên Rûsya ku 9 rojin li dijî Ûkrayna dayî despêkirin de, encama li berçavan xuya dike.

Dibe dîrok ne 1939-1945 şerê cîhanê yê duyemîn be.

Lê rewşa li Ûkrayna heman nîşaneyan radixe ber çavan.

Tankên Rûsya di gund, navçe û bajarên Ûkrayna re derbas dibe.

Lê bi derbasbûnê re, wêraniya li pey xwe hiştîn ji diyar dike.

Di encama êrişa hêzên Rûsî de bajarê Xarkiv dişewite

Balafirên Rûsya li bajarê Xarkiv ê Ûkraynayê êrişên dijwar pêk anîn.

Piştî êrişê, agir bi gelek cihan ket.

Balafirên Rûsya Zhytomyrê wêran kir

Ev der jî bajarê Zhytomyrê (jtomer)ye.

Bajar 200 kîlometre dikeve rojavayê Kîevê.

Li vir jî tenê ya xuya dike kavilî û wêranî ye.

Ji ber êrişên bi çekên giran, rewşa li herêmê ya metirsîdar xuya dike.

Oleg Rubak welatiyekî Ûkraynî ye.

Dibe di nava gemar û rondikan de roja xwe derbas dike.

2’ê Adarê di êrişa hêzên rûsî de hevjîna wî û 2 gundiyên din hatin kuştin.

Ew ji niha tenê li ser van kavilan digere.

Û bi barîna rondikan roja xwe derbas dike.

Tankên Rûsya gav bi gav nêzî Kîevê dibin

Li nava paytext Kîevê jî dengê sîrenan qet kêm nabe.

Hêzên Rûsî bi maşîneyên zirxî gav bi gav xwe nêzî paytextê dikin.

Cihên ku tankên Rûsî têre derbas dibin, tenê dimenê wêraniyê xuya dike.

Li Donbassê hêzên Rûsya û cûdaxwaz ji bo şerkî nû xwe amade dikin

Li herêma Donbass ya dikeve rojhilatê welat jî kumên cudaxwaz û hêzên Rûsî pîlanên xwe yên nû dikin.

Leşkerên li vir ji bo kontrolkirina herêmên nû doh li gundê Novoaidar kom bûn.

Niha hêzên Rûsya ji bakur ve li herêmê pêş dikevin.

Li herêma Gnutovo têkçûna artêşa Ûkrayna tê xuyakirin

Ev der jî herêma Gnutovo (a-notova) ya rojhilatê bajarê Mariupolê ye.

Li vir dimenên têkçûna artêşa Ûkrayna xuya dike.

Çek û bendên hêzên Ûkrayna li naverastê mane.

Pir û rêyên hatin û çûnê jî hatine bêkêrkirin.

Rûsya, Ûkrayna kontrol dikezelensky hîn zêdetir alîkar ji welatên rojavayî xwest

Di vê navberê de, Serokomarê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky ji welatên rojava xwest ku zêdetir alîkariya leşkerî bidin wan

Zelensky bang li welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) kir û got, “Eger hêza we tune ku li ser qada hewayî ya Ûkraynayê herêmeke qedexe ya firînê îlan bikin, bila balafirekê bidin min.”

Zelenskiy diyar kir ku operasyonên Rûsyayê tenê bi Ûkrayna re sînordar namêne û ev tişt anî ziman:

“Eger em nebin, wê dor were Letonya, Lîtvanya û Estonya. Heta dîwarê Berlînê… Bawer bikin.”

Zelensky careke din daxwaza xwe ya danûstandinên raste rast ya li gel Putin anîziman û got: “Divê ez bi Putin re bi axivin. Ji ber ku tekane rêya bidawîkirina şer ev e.”

 

Back to top button