Di roja 9. a êrişa Rûsya li dijî Ûkrayna de bîlanço giran dibe

Li nava Ûkrayna êdî şerekî metirsidar heye. Li paytext Kîevê teqînek mezin pêk hat. Di êrişa Rûsya ya li ser bajarê Çarnigiv ê de 47 sivîl hatin kuştin. Ûkraynayê jî ragihand ku heta niha 9,166 leşkerên Rûsya hatine kuştin û bi dehan tank û çekên wan yên giran hatine bêkêrkirin. Rûsya jî îdia kir ku 200 çekdarên kirêkirî yên ji Xirwetîstanê li Ûkrayna şer dikin. Êdî şerê li Ûkrayna mîna yê Sûrî lê tê.

Ûkrayna….. niha bûye navenda şerê welatên rojava û rojhilat.

Êrişa Rûsya ku 24’ê Sibatê li dijî Ûkrayna dayî despêkirin di roja xwe ya 9. de ye.

Doh li paytext Kîevê dengê teqînek mezin hat.

Derbarê teqînê de heta niha berpirsan ti daxuyaniyek ne daye.

Ji dema êrişên Rûsya û heta niha, ev deng yek ji teqînên herî xurt bû ku li Meydana Serxwebûnê ya li navenda bajêr hatî bihistin e.

Ûkrayna: 9,166 leşkerên Rûsya hatine kuştin

Sererkaniya Ûkraynayê derbarê rewşa dawî ya şerê navbera wan û hêzên Rûsya ya di roja 9 . de agahî parve kir.

Li gorî vê,

9 hezar û 166 leşkerên artêşa Rûsyayê hatine kuştin.

33 balafir,

37 helîkopter,

251 tank,

939 wesayîtên zirxî,

105 top û 2 botên sivik ên Rûsyayê hatin têkibirn.

Sererkaniya Ûkrayna her wiha diyar kir ku 50 sîstemên roketavêjê, 404 wesayît, 60 maşînên sotemeniyê, 18 pergalên parastina hewayî û 3 balafirên bêmirov jî hatine xistin.

Sererkaniyê anî ziman ku agahiyên li cihên şer ku dewam dikin li ser van ne hatine zêdekirin.

Li bajarê Çernigiv 47 sivîl hatin kuştin

Di daxuyaniya Servîsa Rewşa Lezgîn a Ûkraynayê de hat ragihandin ku artêşa Rûsyayê li Çernîgîvê li dijî avahiyên sivîlan êrîşên hewayî pêk anîne.

Servîsê diyarkirin ku hin avahî hilweşiyane.

Her çiqasî despêkê bîlançoya kesên hatine kuştin 33 hatibe ragiahndin jî lê bi derbasbûna demê re ev yek gihişt 47’an.

Rûsya: Dest bi şandina leşkerên kirêkirî bo Ûkrayna hatiye kirin

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov derbarê şerê li dijî Ûkraynayê de daxuyaniyek da.

Îgor Konaşenkov destnîşan kir ku leşkerên Donetsk û Lûhanskê hin rê û bajar kontrol kirine û got,

Artêşa Rûsyayê jî li hin herêman şerê xwe didomîne.

Konaşenkov ragihand ku 1,812 avahiyên binesaziya leşkerî li Ûkraynayê hatin rûxandin.

Rûsya: 200 çekdarên kirêkirî ji xirwatîstanê hatine ûkrayna

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bal kişand ku 200 çekdarên kirêkirî ji Xirwatîstanê hatine Ûkraynayê û wiha got; “Hefteya borî nêzî 200 çeteyên ji Xirwatîstanê bi rêya Polonyayê hatin û tevlî yek ji tabûrên neteweperest ên li başûr-rojhilatê Ûkraynayê bûn.”

Balkêşe ku doh Serokomarê Ûkrayna Volodymyr Zelensky jî gotibû,

16 hezar xwebexşên ji bo Ûkrayna li dijî Rûsya şer bikin, nêzî welat bûne.

Back to top button