Agir bi Santrala Nukleerî ya Zaporizya ket

Destê Ewropa li ser dilê wê ye. Şevê din li nêzî Santrala Nukleerî ya Zaporîzya şerek dijwar pêk hat. Agir bi santralê ket. Serokê Ûkrayna Zelensky got, Ger ku teqînek li wir pêk were, ev yek wê dawiya hertiştî û dawiya Ewropa be. Rûsya jî ragihand ku wan santrala herî mezin a nukleer a Ewropa ya li Ûkraynayê bi dest xistin e.

Li başûr-rojhilatê Ûkrayna kêliyên ku hişt Ewropa bikeve nava metirsiyê derket.

Li Santrala Nukleerî ya li Zaporizya di navbera hêzên Rûsya û Ûkrayna de şer derket.

Şer li herêma Energodar derket.

Komeke leşekrên Ûkrayna ji bo parastina santralê li dijî artêşa Rûsya şerekî dijwar kirin.

Di dema şer de çekên giran hatin bikaranîn.

Piştî vê yekê li cihê santralê şewat derket.

Hemwextî şewatê şerê heyî dewam kir.

Di dema ku Rûsyaya santrala Çernobîl xistibû bin kontrola xwe, dixwaze vê santralê jî kontrol bike.

Santrala termîk a ku 6 reaktorên nukleerî tê de ne, hemû Ewropa û cîhanê dixe nava fikaran.

Bi milyonan kes şerê di navbera leşkerên Rûs û Ûkraynayê yên li santralê de ji nêz ve şobandin.

Wezîrê Karên Derve yê Ûkraynayê Dmitriy Kuleba di daxuyaniya xwe de got,

“Artêşa Rûsyayê ji her alî ve santrala nukleerî ya Zaporizya gulebaran dike.

Eger teqînek çêbibe wê bibe sedema felaketeke 10 qatî ya Çernobîlê.”

Şewata li Santralê piştî saetan hate vemirandin

Piştî şewata li Santrala Nukleer a Zaporizyayê Ûkraynayê, Şaredarê Energodarê Dmitro Orlov got, li herêmê şer bi dawî bûye.

Rayedarên Ûkraynayê daxuyandibûn ku ji ber şer di tesîsa nukleerê de li sê qatên wê şewat derketiye.

Piştî saetên dirêj li santralê agir hate vemirandin.

Zelensy: teqînek pêk were wê bibe dawiya her tiştî, dawiya ewropa

Serokomarê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky jî bi daxuyaniyekê balkişand li ser metirsiya li santralê û wiha got: “Divê em tavilê artêşa Rûsyayê rawestînin.

Ger teqînek çêbibe, wê bibe dawiya her tiştî, dawiya Ewropayê.

Ev tê wateya valakirina Ewrûpayê.

Tenê destwerdanek Ewropa dikare êrişa Rûsya bide rawestandin.

Nehêlin li Ewropa felaketek ya nukleerî pêk were.

Reuters: Leşkerên Rûs dest danîn ser santralê

Li gorî nûçeya Reutersê, hêzên leşkerî yên Rûsyayê Santrala Nukleerî ya Zaporizyayê ya Ûkraynayê bi dest xistin.

Piştî vê yekê Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov jî piştrast kir ku êdî santrala nukleerî ya herî mezin a Ewropa ku li Ûkraynayê ye ketiye bin kontrola wan.

Back to top button