Wezîrên Karên Derve yên NATO bi rojeva Ûkrayna civiyan

Gotinên lewaz yên NATO li pêşberî Rûsya, daxwaza Moskow ya ji bo Ûkrayna zêdetir dike. Wezîrên Karên Derve yên NATO bi rojeva Ûkrayna civiyan. Lê careke din teqez kirin ku ew ê destwerdaneke leşkerî li Ûkrayna nekin. Sekreterê Giştî yê NATO Stoltenberg bang li Putin kir ku êrişên xwe rawestîne. Wezîrê Karên Derve yê DYA Blinken jî anî ziman ku ew ê her bohostek ji xaka NATO biparêzin. Di nava van gotinan de, derket holê ku çekên dijî balafiran yên Almanya ji Ûkrayna re şandî yên berî 35 salanin.

Di demekê ku Rûsya êrişên xwe yên li dijî Ûkrayna dijwar kirî de, welatên rojava tenê bi şermezarkirin û piştevaniya aborî re sînorda mane.

Rûsya ku bi hinceta Ûkrayan wê bibe endamê NATO êriş da despêkirin niha gav bi gav nêzî sînorê NATO dibe.

Wezîrên Karên Derve yên welatên NATO yê bi rojeva Ûkrayna civiyan.

Civîn li navenda NATO ya li paytexta Belçîka Brukselê pêk hat.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenbergê ku axaftina vekirinê kir û wiha got:

“Rûsya zerar da ewlehiya parzemîna Ewropayê.

Li Ewropayê şerekî ku ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn heta niha nehatiye dîtin da destpêkirin.

Em li gel gelê Ukraynayê û hikûmeta ku bi awayekî demokratîk hatiye hilbijartin radiwestin.”

Stoltenberg: Em şerê bi Rûsya re naxwazin

Stoltenberg careke din bang li Serokê Rûsya Vladimir Putin kir ku hêzên xwe ji Ûkrayna vekişîne û ev tişt anî ziman:

“Em bang li Putin dikin ku şer bi dawî bike û hemû hêzên leşkerî ji Ûkraynayê derxîne.

Bi îradeya baş tev li xebatên dîplomatîk bibin.

NATO îtîfaqa parastinê ye. Em bi Rûsyayê re nakokî û şer naxwazin.”

Blinken: NATO sîstemek parastinê ye lê ger êriş gihişt me em ji wê re jî amade ne

Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken ji rojnamevanan re axivî û got:

NATO wê hevalbendên xwe li hember êrîşên Rûsyayê biparêze.

“NATO tifaqeke parastinê ye, em li şer nagerin.

Lê eger şer bi ser me de hat, em jê re amade ne û em ê her beşê axa NATOyê biparêzin.”

Çekên Alamanya bo Kîevê şandin derket ku yên berî 35 salanin

Li aliyê din welatên Ewropa ji bo piştevaniya Ûkrayna atmosfera seferberiyê didin nîşandan.

Yek ji van welatan jî Almanya ye.

Herî dawî hikumeta Berlînê ragihandibû ku wan 2,700 moşkekên Strela yên dijî balafiran şandine Kîevê.

Lê derketin holê ku ev çek yên beriya 35 salan ji dema Artêşa Gel a Netewî ya Rojhilatê Almanyayê bûn.

Sandoqên ku van moşekan diparêzin jî ji ber kevinbûnê jihev dikevin.

Ev yek ji aliyê gelek welatan ve hate rexnekirin û bo hikumeta Almanya jî weke eybeke mezinhate destnîşankirin.

NYderbarê Rûsyayê biryara “lêpirsîna navneteweyî” da

Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di serê hefteyê de xwestibû bila Moskova dawî li şer bîne û Konseya Mafên Mirovan jî derbarê binpêkirinên mafên mirovan biryarek stend.

Di dengdanê de 32 welatan biryara erê dan, Rûsya û Eritreyê dengê “na” û 13 welatan jî dengê xwe diyar nekirin.

Di dîroka xwe de konseyê cara pêşîn Rûsya kir hedef.

Di teksta biryarê de ‘Binpêkirinên mafên mirovan ên ji ber êrişkariya Federasyona Rûsyayê didome û êrişên li ser van mafan’ hate şermezarkirin.

Back to top button