Macron namzetiya xwe ya ji bo serokomariyê eşkere kir

Li Fransa ku wê meha Nîsanê hilbijartina serokomariyê pêk were, namzet daketine li nava gel. Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron jî ragihand ku ew ji bo hilbijartinên serokomariyê careke din dibe namzed.

Macron di nameya ku ji gelê Fransayê re nivîsî û di rojnameyên herêmî de weşand de diyar kir ku welatê wî di 5 salên dawî de gelek zehmetî derbas kiriye û di gelek waran de dixebitin.

Macron anî ziman ku hê di her tiştî de bi ser neketine û anî ziman ku ew dixwazin Fransaya zarokan ava bikin.

Ji ber vê sedemê Macron diyar kir ku ew ji bo hilbijartinên careke din namzetiya xwe daniye.

Macron diyar kir ku ev hilbijartin wê temaşekirina welat ya ji bo 5 salên pêş diyar bike.

Tevî ku ev yek heta niha eşkere nekiribû lê namzediya Macron di raya giştî ya Fransayê de bi çavekê teqez hat dîtin.

Namzet ji bo serlêdana xwe ya fermî li Dadgeha Destûra Bingehîn bikin li gorî dema herêmî heta sibe saet 18:00’an dem heye.

Tûra yekem a hilbijartina serokomariyê ya li welêt wê 10’ê Nîsanê pêk were.

Ger yek ji namzedan di tûra yekem de piraniya dengan bidest nexe, her du namzetên ku herî zêde deng bidest xistine wê di tûra duyemîn ku wê 24’ê Nîsanê pêk were de, bikevin hevrikiyê.

Back to top button