Pakistan..Di êrişa li dijî mizgefta li peşawer de bêtirî 30 kes hatin kuştin

Li Pakistanê di dema nimêja înê de teqîneke mezin pêk hat. Di teqîna li Peşawara ku li dijî mizgeftekê pêk hat de, herî kêm 30 kes mirin û zêdeyî 50 jî birîndar bûne.

Li Peşawera Pakîstanê di dema nimêja înê de li Mizgefta Koça Risaldar êrîşeke bombeyî pêk hat.

Li gorî daxuyaniya polîsan, di êrîşê de herî kêm 30 kes mirin û bêtirî 50 jî birîndar bûn.

Rêveberê Polîsan ê bajar got,

êriş dema ku du çekdaran li derveyî mizgeftê gule li polîsan reşandin dest pê kir.

Hat diyarkirin ku di şer de êrîşkarek û polîsek hatin kuştin û 2 polîs jî birîndar bûne.

Pişt re êrîşkarê din ê ku piştre ketiye mizgeftê bombeya li ser xwe teqandiye.

Dema ekîbên rizgarkirinê birîndar rakirin nexweşxaneyan, hat hînbûn ku rewşa tenduristiya 10 birîndaran giran e.

Polîsan qad dorpêç kir û der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Şahidên bûyerê gotin ku di dema teqînê de herî kêm 150 kes di mizgeftê de bûn.

Heta niha ti aliyekê ev êriş li xwe negirtiye.

Back to top button