CIWANÊN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ: EM Ê BI RIHÊ ŞÊLADIZÊ LI DIJÎ ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK SERÎ HILDIN

Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer bi daxuyaniyekê eşkere kirin ku wê li hemberî dagirkeriya dewlata Tirk bi ruhê Şêladizê serî hildin û wê bêdeng nemînin.

Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî weşandin.

Ciwanan di daxuyaniya xwe de wiha gotin:

Em wekî ciwanên welatparêz û jinên ciwan ên têkoşer dagirkeriya li ser Başûre Kurdistanê ti carî qabûl nakin.

Ji dagirker û hevkarên wan re em dibêjin weke ciwan em ticarî bêdeng namînin.

Ev êrîş ne tenê ji bo tinekirina PKK’ê ne.

Ev êriş bi armanca dagirkirina hemû Başûrê Kurdistanê û serweriya Iraqê ye.

Em weke ciwan amade ne li hember êrîşên li ser xaka Başûrê Kurdistanê bibîn mertalên zindî.

Her wiha em bang li hemû gelê Başûrê Kurdistanê dikin ku li dijî dagirkeriyê dewleta Tirk bi ruhê Şêladizê serî hildîn û dewleta Tirk ji Başûrê Kurdistanê dûr bixin.

Leave a Reply

Back to top button