Li gorî koordîneya di navbera Rêveberiya Xweser û Iraqê de beşeke din a penaberên Iraqî vegeriyan welatê xwe.
Duh li gorî koordîneya di navbera Rêveberiya Xweser, hikumeta Iraq û Komseriya Bilind a Penaberan a NY`yê de beşeke din a penaberên Iraqî di deriyê Til Koçer re derbasî Iraqê bûn.
Nêzî 13 hezar penaberên Iraqî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene.
Piraniya wan ji desthilata Sedam Huseyîn û di êrişên DAIŞ`ê yên li dijî Musilê de ji Iraqê revîne û li navçeya Girkê Legê, Til Koçer û Til Hemîsê bi cih bûne.
Li gel paşguhkirina civata navneteweyî û komseriya penaberan, Rêveberiya Xweser hewl dide pêdiviyên penaberan bicih bîne.
Rêveberiya Xweser gelek caran bang li aliyan kiriye ku erkên xwe bicih bînin û alîkariyê pêşkêşî penaberan bikin û deriyên sînor yê Til Koçer vekin.
Hevserokê Nivîsgeha Kar û Barên Penaberan û Koçberan a Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed anî ziman ku derdora 800 penaber vegeriyan Iraqê ku hikumeta Iraqê vegera wan qebûl kir û got:
“Ev xebat bi koordîneya di navbera Rêveberiya Xweser û Komseriya Penaberan de pêk tê”.