Şandeya HDP’ê li Silêmaniyê serdana YNK’ê kir

Şandeya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku 4 roj in başûrê Kurdistanê ye, li Silêmaniyê serdana Mekteba Siyasî ya YNK’ê kir.

Şandeya ji Parlamenterên HDP’ê pêk tê, li Başûrê Kurdistanê hevdîtinên xwe yên ji bo vexwendina partî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê ya ji bo Newroza Amedê dewam dike.

Duh şandeya HDP’ê li Silêmaniyê serdana Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Nîştimanî Kurdistan YNK’ê kir.

Derbarê serdana şandeya HDP’ê de, Endamê Mekteba Siyasî ya YNK’ê Cemal Tahîr li ser malpera xwe ya tora civakî peyamek belavkir û got:

“Di serdanê de peywendiyên kevin yên navbera her dû hizban de û peywendiyên ji bo berjewendiyên Gelê Kurd wê çawa were bihêzkirin, hate nîqaşkirin.

Her wiha rewşa Herêma Kurdistan, Iraq û pêngavên ji bo avakirina hikumeta nû ya Iraq û hilbijartina serokkomarê Iraqê hate nîqaşkirin.”

Back to top button