31. salvegera Raperîna Başûrê Kurdistanê

Tevgera Azadî bi boneya 31. a salvegera raperîna Başûrê Kurdistanê eşkere kir ku divê bi heman ruhê raperînê, raperînek demokratîk berdewam bike.

Sibe 31’emîn salvegera raperîna 1991’an a gelê Başûrê Kurdistanê ya li dijî rejîma Baase.

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) bi vê boneyê daxuyaniyek da û got:

“Raperînê di têkoşîna xabata azadîxwaz a gelê Kurd de qonaxek nû anî, lê serkeftina gel zû kete ber hêza desthilatdar û talanan.

Piştî 31 salên guhertinên bi bandor ên herêmî Başûrê Kurdistanê nebûye xwedî saziyek neteweyî ku cihê baweriya gel be.

Berevajî armancên raperînê bi sîstemek nedamokratîk û girêdayî dagirkeran, di zeftkirina desthilat, gendelî, ne edaletî û talana malê giştî de berdewam dikin.

Tevgera Azadî bang li tevahî beşên civakê, kesên azadîxwaz û welatparêz kirin ku bi ruhê raperînek serdemê, demoktatîk û bawerî bixwebûnê xwe bi rêxistin bikin.

Back to top button