Rûniştina 10. a Doza Kobanê di roja 4’an de li Enqerê dewam kir

Rûniştina 10’min a doza Kobanê ku 22 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedar jê tên darizandin, îro li bajarê Tirkiyê Enqerê dewam kir. Di rûniştinê de çalakvana Tevgera Jinên Azad Ayla Akat Ata axivî û got, “Kurdistana demokratîk a xweser ji bo demokratîkkirina Tirkiyê pêwîst e.”

Rûniştina 10’emîn a Doza Kobanê ku li dijî sîyasetmedarên Kurd hatibû vekirin di roja 4′ mîn de li dadgeha girtîgeha Sîncana Enqerê dewam kir.

Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê û endamên HDP’ê jî di nav de 22 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedar jê tên darizandin.

Rûniştinê bi tespîta nasnameyê û bi xwendina ewraqên li dosyeyê hatine zêdekirin dest pê kir.

Rûniştinê bi parastina Parlamentera HDP’ê ya berê û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata dewam kir.

Ayla despêkê bal kişand li ser oprasyonên KCK’ê û diyar kir kesek ku ji operasyonên KCK’ê nehatibe darizandin nemaye.

Ayla got, “Me bi kî re têkilî datanî, dosyeya wan ji KCK’ê hebû.”

Ayla Akat Ata: Kurdistana demokratîk û xweser ji bo demokratîkbûna Tirkiyê pêwîst e

Ayla anî ziman ku twîtên wê parve kiriye di îdianameyê de cih girtine û wiha dewamkir:

“Dadgeh ji nû ve twîta lêkolîn kiriye û min jê didarizîne

Heke hêcet bi tenê twîtek be çi karê twîtên min ên ji sala 2012’an heta sala 2019’an di vê dosyeyê de heye.

Twîtên min ên di çalakiyên 6-8’ê Cotmeha 2014’an de ku ji bo piştgiriya Kobanê min parve kir, wek sûc hatine dîtin.

Her wiha Ayla da zanîn ku daxuyaniyek wê wek delîla sûc pêşkêşî dosyeyê hatiye kirin û got:

“Min di daxuyaniyê de gotiye, ‘Kurdistan parçeyek vê erdnîgariyê ye.

Di vê dosyeyê de bû ye îdiaya ku ez avakirina Kurdistanê dixwazim.”

Parlementera HDP’ê a berê Ayla Akat Ata dawî di diyar kir ku di wê daxuyaniya xweda behsa sînorê welat nekiriye, behsa rastiyek dîrokî kiriye û got,

Lê dîsa dixwazim bêjim, Kurdistana demokratîk a xweser ji bo demokratîkkirina Tirkiyê pêdiviyek sereke ye”

Back to top button