Li dijî girtiyê nexweş Kurbanî Ozcan gefa mirinê tê xwarin

Li zîndanên dewleta Tirk a faşîst zilm û êşkenceya li ser girtiyên kurd didome. Girtiyên nexweş li ber mirinê ne lê nayên dermankirin û yên dema wan qediye jî nayên berdan. Malbatên girtiyan diyar kirn gefa mirinê li zarokên wan tê xwarin. Rewşa Hunermenda kurd Nûdem Durak jî ku ji ber stranê hatibû girtin her diçe giran dibe.

Rewşa girtiyên nexweş yên li zîndanên dewleta Tirk her diçe giran dibe.

Girtiyên nexweş ne tên derman kirin û ne jî tên berdan.

Herwiha girtî bi gelek sûc û binpêkirinan re rû bi rû dimînin.

Yek ji wan girtiyan jî, Kurbanî Ozcan e.

Ozcan ê ku gelek caran êşkence lê hatiye kirin, bi reya malbata xwe ragihand ku gefa kuştinê lê tê xwarin.

Dayika wî Gulan Ateş, bibîr xist ku berê jî tahde li kurê wê hatiye kirin û got: “Nîvê zivistanê kincên kurê min jê kirine û wî tazî li girtîgehê gerandine. Bi mirinê gefê li kurê min dixwin. Ditirsim kurê min bikujin. ”

Gulan Ateş dawî bang li rayedaran kir ku bikevin tevgerê.

Rewşa hunermenda Kurd Nûdem Dûrak ku ji ber stranên Kurdî hatibû girtin giran dibe

Rewşa Hunermenda kurd Nûdem Durak a girtî jî her diçe giran dibe.

Nûdem Dûrak di sala 2015 de ji ber stranên kurdî dibêje tê girtin.

Têkildarî rewşa Nûdemê dayika wê Hatîce Durak diyar kir ku keça wê bi awayekî derhiqûqî hatiye girtin û wiha got: “Sûcê wê ew e ku bi zimanê dayika xwe stran gotine. Niha jî guatra jehrî lê peyda bûye. Hestiyên wê jî dihelin. Nikare di nava çar dîwaran de derman bibe.”

Dayika Durak bang li hemû hûnermedên Kurd û yên cîhanê kir ku dengê girtiyên nexweş bibihîsin û xwedî lê derkevin.

Li girtîgeha Merdîne girtî 12 roj in li dijî binpêkirinan di grêva birçîbûnê de ne

Li aliyê din, li girtîgeha Merdînê girtiyan 21 Sibatê li dijî binpêkirinên mafan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger kiribûn.

Girtiyê nexweş Remzî Çaglin yê 57 salî 7 meh in nayê dermankirin

Li girtîgeha Merdînê ya ku ev 12 roj in çalakiya greva birçîbûnê lê heye girtiyê nexweş Remzî Çaglin yê 57 salî ji ber “lêgerîna nava dev” red kiriye, 7 meh in nayê dermankirin.

Çaglin ji ber ku di dilê wî de kun heye û nexweşiya şekir lê peyda bûye dîsa jî nayê dermankirin.

Hevjîna Çaglin, Sitiye Çaglin diyar kir ku hevjînê wê nexweş e û extiyar e û got:

“Li hepsê zilm li wan tê kirin. Girtî li dijî zilmê û neheqiyê di greva birçîbûnê de ne.”

Sitiye Çaglin xwest zextên li ser girtiyan bi dawî bibin û tedawiya girtiyên nexweş were kirin.

Nobeda edalêtê ya li Wanê di roja 82. de dewam kir

Nobeda Edaletê ya Malbata girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin ên li Wanê jî di roja 82. de dewam kir.

Îro rêveberên MEBYA-DER’ê serdana nobedê kirin.

Hevseroka MEBYA-DER’ê Hanim Kaya destnîşan kir ku dê têkoşîna malbatan bigihîje serkeftinê û got:

“Divê her kes piştgiriya vê têkoşîna edaletê bike.”

Back to top button