Endama Konseya Fermandariyê ya YJA- Starê Xelat Şemsê şer û berxwedana gerîla li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker nirxand. Şemsê diyar kir sala 2022’an wê giran derbas bibe lê ji her demê zêdetir nêzikî azadiyê ne.
Endama konseya fermandariyê ya YJA- Starê Xelat Şemsê derbarê civîna Konseya Fermandara YJA Starê û şerê di navbeyna dewleta Tirk û gerîlayan de nirxandin kir.
Xelat Şemsê diyar kir ku wekî gelê Kurd û tevgera Azadiya Kurdistanê, ji her demê zêdetir nêzikî azadiyê ne.
“Ji bo jiyaneke azad tişta ku dikeve ser milê me, em ê bi cih bînin, dirûşmeya civîna me jî jiyana azad û Rêbertiya azad e.
Fermandara YJA Starê got, em bi îdîayeke mezin ketin sala 2022’an.
Xelat Şemsê daxuyakirin ku berxwedana gerîla derb ne tenê li faşîzmê daye, derb li tevahî desthilatdar û dagirkerên ku li pêşiya azadiya jin û gelan bûne asteng dane.
Endama konseya fermandariyê ya YJA- Starê Xelat Şemsê da zanîn ku ew bawer dikin van rojên li pêşiya wan ew ê têkoşîna xwe geştir bikin.