Li Humsê 3 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Li rojhilat ê Himsê li dijî erebeyeke hêzên hikumeta Şamê êriş pêk hat û di encamê de 3 leşker hatin kuştin.

Li gorî nûçeya SOHR, li nêzî herêma Sebxa ya rojhilatê Tedmurê, li gundewarê rojhilatê Himsê li dijî erebeya hêzên hikumeta Şamê êrişek pêk hat.

Di encama vê êrîşê de 3 leşker hatin kuştin.

Li gorî belgeyên SOHR, destpêka salê ve 115 kes hatin kuştin.

Ji wan 69 çeteyên DAIŞ’ê ne ku li deverên cûda yên Sûriyê di êrişên hewayî yên Rûsyayê de hatin kuştin.

46 leşkerên hikumeta Şamê û alîgirên wê di 21 êrişên DAIŞ’ê de hatin kuştin.

“Hikumeta Şamê lîsteyeke navan amade kir da ku wan bişîne herêmên dagirkirî”

Navendê diyar kir ku serokê şaxê Sasa ji endamên komîteyê û rûspiyan xwestiye ku çekdarên berê yên tevlî lihevkirinan bûne çekên xwe radest bikin.

Her wiha lîsteyeke navan amade kiriye ku gelek kesan ji gundewarê Şamê bişîne herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de.

Back to top button