Hiştina PKK’ê di lîsta terorê de neheqiye ye

Kampanya derxistina PKK’ê ji lîsta terorê bi piştgiriyeke xurt didome. Endamên partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê, derbarê kampanyê û giringiya wê a ji bo Kurdan axivîn. Siyasetmedaran xwestin ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsta terorê’ hemû aliyên Kurd bibin yek Herwiha Sekretera Giştî yê Partiya BastA a Siwîsreyê jî piştgirî da kampanyayê.

Kampanya ji bo derxistina PKK’ê ya ji lîsteya terorê li ser asta cîhanê û Kurdistanê her diçe mezin dibe.

Di vê çarçoveyê de li Başûrê Kurdistanê jî her diçe piştevaniya ji bo kampanyayê zêdetir dibe.

Derbarê kampanyê û giringiya wê a ji bo gelê Kurd, endamên partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê axivîn.

Seîd Xalid: Divê ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê hemu aliyên Kurd bibin yek

Endamê Polîtbûroya Hizba Zehmetkêşanî Kurdistan Seîd Xalid têkildarî mijarê diyar kir PKK nûnertiya doza gelekî dike û got:

“Bi derxistina PKK’ê ji nava lîstê, wê çareserkirina pirsgirêka Kurd hîn hêsantir bibe”

Seîd Xalid diyar kir li ser asta her çar parçên Kurdistanê di nava aliyên Kurdî de nakokî hebin jî, divê ji bo kampanyayê bibin yek.

Seîd Xalid dawî anî ziman ger aliyên Kurd li ser mijarê bûn yek, wê demê dikarin di warê siyasî de li ser asta navneteweyî hîn zêdetir daxwaza mafên rewa yên gelê Kurd bikin.

Fîryat Hîranî: Divê PKK weke tevgereke siyasî, nîştîmanî û demokrasî li cîhanê fermî bê nasîn

Siyasetmedar û Endamê KNK’ê yê Başûrê Kurdistanê Fîryat Hîranî jî piştevaniya xwe ya ji bo kampanyayê anî ziman.

Fîryat Hîranî bal kişand ser têkoşîna PKK’ê û anî ziman, PKK tevgereke netewî û demokrasiyê ye û got:

“PKK ji destpêka avakirina xwe ve kar û kedeke mezin ji bo gelê Kurd û gelên Kurdistanê kiriye.”

Endamê KNK’ê Fîryat Hîranî diyar kir pêwîst e PKK weke tevgereke siyasî û demokrasî, li cîhanê bi fermî bê qebûlkirin.

Fîryat Hîranî dawî îşaret bi dîlgirtina Rêber Apo jî kir û got:

“Divê Birêz Abdullah Ocalan ji girtîgehê bê azadkirin.”

Sekretera giştî yê partiya Basta a Swîsreyê piştgiriya xwe ragihand

Li welatên ewropa û cîhanê jî piştgiriyên ji bo kampanya derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê didomin.

Di vê çarçoveyê de, Sekretera Giştî yê Partiya BastA a Swîsreyê Franzîska Stîter jî piştgiriya xwe ya ji bo kampanyayê ragihand.

Stîter destpêkê bal kişand ser êriş û sûcên dewleta Tirk yên li dijî gelê Kurd û wiha got:

“PKK li dijî qirkirinê têdikoşe. Eşkere ye ku ev têkoşîn rewa ye.

Ji vî alî ve divê PKK di nav pênaseya terorîzmê ya YE’yê de cih negire”

Franzîska Stîter diyar kir ev bandoreke xirab li ser jiyana rojane ya Kurdan dike û got:

“Biryareke şaş û neheq e ku PKK di nav vê lîsteyê de ye.

Min ev rastî da ber çavan û destek da vê kampanyayê.”

Back to top button