Rûspiyên eşîrên Reqayê banga hikumetê red kir

Şêx û rûspiyên eşîrên bajarê Reqayê banga hikumeta Şamê ya “lihevkirinan” red kirin û piştrast kir ku lihevkirinên bê Rêveberiya Xweser dê bi ser nekeve. 

Şêxê eşîra El-Xanim, Mistefa Ebdî derbarê mijar ji ajansa Hewarê re axivî û got:

”Aramiya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî bi saya hevgirtina pêkhateyan û QSD’ê pêk hatiye.

Niha jî hikumeta Şamê bi rêya van lihevkirinan hewl dide ewlehiya li herêmê têk bibe.”

Mistefa Ebdî anî ziman ku tenê ew ê lihevkirinekê qebûl bikin ew jî ku bi giştî û gelê Sûrî re be.

Şêxê eşîra Cabat, Telal El-Sîbat jî ev “lihevkirin” red kir û piştrast kir ”Ev lihevkirin aloziyê çareser nake”.

Telal El-Sîbat diyaloga Sûrî-Sûrî weke çareseriya yekane ji aloziya Sûrî re dît.

Back to top button