Li Pakistanê teqîn56 kes hatin kuştin

Duh Li dijî mizgefteke Şîe ya li bajarê Peşawer a Pakistanê êriş pêk hat, di êrişê de herê kêm 56 kesan jiyana xwe ji dest da. 

Li bajarê Peşawerê yê li bakurê rojavayê welat duh li dijî mizgefteke ku Şîe diçûnê êrişeke bombeyî pêk hat.

Hat ragihandin ku teqîn çend deqe beriya destpêkirina nimêja Înê pêk hatiye.

Di teqînê de herî kêm 56 kesan jiyana xwe ji dest dan û 194 kes jî birîndar bûne.

Fikar heye ku bîlanço hîn girantir bibe.

Heta niha ti aliyekê ev êriş li xwe negirtiye.

Back to top button