Ûkrayna di nava metirsiya Rûsya de maye

Êdî şer li nava Ûkrayna ye metirsiyekê bi xwe re têne ..Vê sibehê hêzên Rûsyayê derdora Mariupol dorpêç kirine ..Wezareta Berevaniya Rûsyayê ji bo vekirina korîdorên mirovî ji bo sivîlan agirbestek ragihand..Li aliyê din Berdevkê Wezareta Parastinê Îgor Konaşenkov diyar kir ku di operasyona li Ukraynayê de hezar û 812 navendên leşkerî hatine rûxandin.

Şerê li Ukraynayê 10 roj li pey xwe hişt ..

Pevçûnan berdewam dikin. Hêzên Rûsî nêzî paytext Kîevê dibin.

Dîmenên wêranî û şerê ji nava Ûkrayna tê, metirsiya heyî derdixe ber çavan.

Avahiyên hilweşiyayî. Gel li ser wêraniyê çavê xwe vedikin ..

Hêzên Rûsyayê derdora Mariupol dorpêç kirine .

Îgor konaşenkov: Di operasyonên li Ukraynê de 812 navendên leşkerî hatine rûxandin

Wezareta Berevaniya Rûsyayê ji bo vekirina korîdorên mirovî ji bo derketina sivîlan ji bajarên Mariupol û Volno vakha, agirbestek demkî heta êvarê ragihand.

Berdevkê Wezareta Parastinê Îgor Konaşenkov diyar kir ku di operasyona li Ukraynayê de hezar û 812 navendên leşkerî hatine rûxandin.

Li aliyekî din Îgor diyar kir ku li Ukraynayê depoyeke çekan a ji bo depokirina mûşekan hatiye rûxandin.

Komara Gel a Donetskê ragihand ku hêzên Ukraynayê îro danê sibê 10 topên avêtin Donetskê.

Dmitriy Peskov Mosko bi operasyonên xwe garantî ji bo ewlehiya Ukrayna dike

Di vê navberê de Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov da zanîn ku ku Moskow bi operasyona xwe ya leşkerî armanc nake ku Ukraynayê parçe bike..

Tenê garantî ji bo ewlehiya wê digere.

Serokê Dewleta Ûkraynayê Zelenskiy ji ber ku NATO’yê ‘herêma qedexeya firînan’ negirtiye rexne lê girtin û got:

”NATO dizane ku wê êrişên nû pêk werin û kes jiyana xwe ji dest bidin.

NATO’yê bi zanebûn seha hewayî ya Ûkraynayê nagire. Ji îro pê ve çi pêk were kî bimire wê ji rûyê we ve pêk were.”

Tê payîn ku Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî dê roja duşema li ser rewşa mirovî ya Ukraynayê civînekê lidar bixe.

Back to top button