SEROKÊ IRAQÊ BERHEM SALIH SERDANA TIRKIYÊ KIR Û BI ERDOGAN RE CIVIYA

Şevê din serokê Iraqê Berhem Salih serdana Tirkiyê kir. Salih bi Erdogan û wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, Musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan re hevdîtin pêk anî. Li ser mijarê Mekteba Fermî ya Berhem Salih daxuyaniyek da û got: Di serdanê de girîngiya parastina serweriya Iraqê careke din hatiye ziman.

Beriya demekî dihat payin ku Serokê AKP’ê Erdogan serdana Iraqê bike.

Lê berevajî wê serokê Iraqê Berhem Salih çû Tirkiyê.

Salih li gel Wezîrê Karên Derve yê Iraqê û Şêwirmendê Ewlehiya Netewî ya Iraqê serdana Tirkiyê kirin.

Ev serdan di wextekî de pêk hat ku artêşa Tirk operasyona dagirkeriyê li dijî hêzên gerîla daye destpêkirin û dagirkeriya xwe li ser başurê Kurdistanê zêde dike.

Berhem Salih li Stenbolê bi Serokomarê Tirkiyê Erdogan re hevdîtin pêk anî.

Di hevdîtinê de Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, Musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan amade bûn.

Piştî hevdîtinê bi Wezîrê Karên Derve ya Tirk û rayedarên MÎT’ê re , tu daxuyaniyên fermî nehatin dayîn.

Lê balkêşe ev serdan û hevdîtin di demek wiha de pêk hat:

1- Artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe li ser Başûr zêde kirin.

2- Êrîşên dagirkeriyê li Xakurkê hat destpêkirin.

3- Qeyrana Kerkûkê kûrtir dibe.

4- Mijara Serokatiya Herêma başûrê Kurdistanê û avakirina Hikûmeta Herêmê tê nîqaşkirin.

Têkildarî mijarê Mekteba Berhem Salih li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de serdana Berhem Salih wekî “serdanek taybet” hat pênasekirin û wiha hat gotin:

“Di serdanê de girîngiya parastina serweriya Iraqê careke din hatiye ziman.

Her karek û hewldanek yekalî ya leşkerî ku sînorên Iraqê binpê dikin, hatiye red kirin.

Behsa girîngiya hevkarî û danustendinê ya ji bo çareseriya van aloziyên vê demê de hatiye kirin”.

Leave a Reply

Back to top button