Li gelek deverên Bakur ê Rojhilatê Sûrî çalakiyên 8’ê Adarê hebûn

Li gelek deverên din yên Bakur ê Rojhilatê Sûriyê jî çalakiyên 8’ê Adarê hebûn. Di çalakiyan de ev roj li jinan hat pîrozkirin û banga beşdariyê li hemû jinan hate kirin.

8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî nêz dibe pêre jî jinên li herêmê çalakiyên xwe didomînin.

Jin bi çalakiyên cuda û bi coşek mezin vê rojê pêşwazî dikin.

Di çarçoveya pîrozbahiyên 8’ê Adarê de îro li kantona Qamişlo ji hêla Komîteya Ekolojî ya Kongra Star gelek dar hatin çandin.

Li wir Berdevka Komîteya Ekelojî ya Kongra Star Rîhan Temo axivî û 8’ê Adarê li Rêber Apo û hemû jinan pîroz kir.

Her wiha Endamên Kongra Star û Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê jî serdana navendên Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin, û Federasyona Birîndaran kirin.

8’ê Adarê li endamên saziyan hat pîroz kirin û diyarî li wan hatin belav kirin.

Li navçeya Dêrikê ya kantona Qamişlo jî Yekitiya Jinên Ciwan ji bo pêşwazîkirina 8’ê adarê konekî koçeran vedan.

Di konê ku bi dehan jin lê amede bibûn û tê de gelek alavên kevnar hatin pêşandan.

Li kantona Hesekê jî 8’ê Adarê hate pîrozkirin

Endamên jin ên PYD û Kongra Star jî, serdana bendên kontrolê yên Asayîşê û şervanên li eniyên şer ên navçeya Zirganê kir.

Di serdanê de piştgiriya bi hêzên parastinê re hat diyarkirin. û kulîlk li wan hatin belav kirin.

Li navçeya Holê jî ya girêdayî Hesekê jinan serdana navendên leşkerî kirin û diyarî û şêranî li wan belav kirin.

Jinên li Minbicê 8’ê Adarê pîroz kirin

Bi heman armancê li Minbicê jî Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya, semînerek li dar xist.

Di semînerê de hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Minbicê Sîham Hemo axivî û 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û bang li jinan kir ku tekoşîn û berxwedana xwe xurtir bikin.

Li Helebê 8’ê Adarê hate pîrozkirin

Li Helebê jî bi heman armancê Kevana Zêrîn bi amedebûna bi dehan jinan şahiyek li dar xist.

Di şahiyê de gelek stran û muzîk hatin gotin her wiha gelek alavê kevin jî hatin pêşandan.

Li aliyekî din jî ofîsa Jin ya MSD’ê a li Helebê jî bi boneyan 8’ê Adarê semînerek li dar xist.

Di semînerê de 8’ê Adarê li hemû jinan hate pîrozkirin.

Back to top button