Li Rojavayê Kurdistanê jin bi coş û heyecanekê mezin li benda 8’ê Adarê ne. Jinên ji pêkhateyên kurd, ereb û suryan ên bajarê Qamişlo, 8’ê Adarê li tevahî jinên cîhanê pîroz kirin gotin; Bi yekîtiya jinên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê em ê 8’ê Adarê pîroz bikin.
Bi avabûna şoreşa Rojavayê Kurdistanê re, hemû pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, cihê xwe di nava pergala netewa demokratîk de girtin.
Bi nêzîkbûna 8’ê Adarê re Tevger û Rêxistinên jinan dest bi pêşwazîkirina 8’ê Adarê kirin.
Her pêkhateyek dê bi cil, berg û çanda xwe beşdarî şahiyê bibe.
Bi rasthatina vê rojê jinên ji pêkhateyên kurd, ereb û suryan nêrîna xwe anîn ziman.
Hala Faris a ku ji pêkhateya ereb e, anî ziman ku bi destpêkirina şoreşa rojava re, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkiliyek pir xurt di navbera jinên hemû pêkhateyan de çêbû.
Bi taybet a projeya Rêveberiya Xweser hêz da jinê ku bibin yekdest.
Bi rihê têkoşîna 8’ê Adarê, em ê rêxistinbûyîna xwe xurtir bikin. ”
Corcêt Bersomo ya ji pêkhateya suryan e got;
“Jinên suryan di dirêjahiya dîrokê de, rastî gelek komkujî û binpêkirinan hatine.Lê bi destpêkiirna şoreşa Rojava re jina suryan karîbûn li ser piya bisekine. Ji bo wê jî 8’ê Adarê ji bo me xwedî wateyeke mezin e.
Salîha Keleş a ji pêkhateya kurd e 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û da zanîn ku divê jinên hemû pêkhateya bibin yek û xwe perwerde û birêxistin bikin.
Ev yek jî bi rêya fikir û felsefeya Rêber Apo pêkane.
Endamên Meclisa Dayîkên Aştiyê ya Mêrdîn, Amed û Rihayê 8’ê Adarê li tevahî jinan pîrozkirin û diyar kirin ew ê ji bo edaletê li qadan bin.
Dayîkan bang li jinan kirin ku êdî li dijî tundî û destdirêjiyê dengê xwe bilind bikin û berxwedana jinên siyasetmedar ên di girtîgehan de silav kirin.