Rêveberiya Xweser ragihand ku bi boneya 8`ê Adarê hemû sazî û daîre wê rojê wê bikin betlane.
Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro derbarê mijarê de biryarnameyek eşkerekir.
Di biryarnameyê de wiha hate gotin:
“Li ser bingeha qanûna betlaneya fermî ya Rêveberiya Xweser, her wiha li gorî madeya yekem a qanûna Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê,
roja sêşemê (08.03.2022) bi boneya Roja Jinan a Cîhanê hemû sazî û daîreyên Rêveberiya Xweser, ji bilî saziyên ku pêwîstî pê heye li ser karê xwe bin, dikin betlane.”