Tecrîd 23 sal in didome û 11 meh in jî agahî ji Rêber Apo nayê girtin

Parêzerê Rêber Apo Mazlûm Dînç têkildarî polîtîkaya tecrîda li Îmraliyê axivî. Parêzer Dînç diyar kir komploya navnetewî bi rengê tecrîdê tê domandin û got: “Heke tecrîda li ser Abdulla Ocalan rabe wê lîstikên dewletên komploger têk biçin.” Parêzer Nagehan Avçil jî banga vekirina deriyên Îmraliyê kir.

Tecrîda giran a li ser Rêber Apo 23 sal in didome û 11 meh in jî agahî jê nayê girtin.

Tevî hemû serlêdanan jî destûra hevdîtina parêzer û malbatê nayê dayîn.

Parêzerê Rêber Apo Mazlûm Dînç têkildarî polîtîkaya tecrîdê ji ajansa ANF’ê re axivî.

Mazlûm Dînç: Ji Tîrmeha 2011’an û vir ve hevdîtina malbat û parêzeran hatiye qedexekirin

Dînç bibîrxist, ji Tîrmeha 2011’an û vir ve hevdîtina malbat û parêzeran hatiye qedexekirin û got:

“Tenê hin deman li ser helwesta raya giştî ya li dijî tecrîdê bi rengekî îstîsnayî hevdîtinên malbat û parêzeran çêbûne. ”

Parêzer Dînç bi bîr xist ku piştî 25’ê Adara 2021’an ti agahî ji Rêber Apo nagrin û wiha got:

“Ev 11 meh in ku ji Birêz Ocalan û 3 girtiyên din agahîyê nagirin, ev li gorî hiqûqa navnetewî tê maneya cezayê hucreyê.

Weke qedexeya êşkenceyê ya desteserkirinê tê dîtin.

DMME, Komîteya Mafê Mirovan a NY’yê jî vê weke binpêkirina qedexeya êşkenceyê dibine.

Lê mixabin saziyên navnetewî li vir bêdeng in û ne xwedî helwestekê ne.”

Mazlûm Dînç: Dema ku mijar Kurd an jî Rêber Apo be hiqûqa navnetewî rêgezan tine dihesibînin

Dînç diyar kir sedema ku li dijî pergala êşkenceyê ya Imraliyê helwesteke zelal nayê diyarkirin ne hiqûqî lê siyasî ye û wiha dewam kir:

“Dema ku mijar Kurd an jî Abdullah Ocalan be peymanan, rêgezan tine dihesibînin.”

Hêzên navnetewî ku ji paradigmaya Abdullah Ocalan û ji hêza wî ya çareseriyê ditirsin, dilxwazên tecrîdê ne.

Bêdengiya DMME’yê û saziyên din ji ber vê sedemê ye.”

Mazlûm Dînç: Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo bi rengê tecrîdê tê domandin

Mazlûm Dinç anî ziman komploya navnetewî bi rengê tecrîdê tê domandin û wiha bi dawî kir:

“Heke tecrîda li ser Abdulla Ocalan rabe wê lîstikên dewletên komploger têk biçin.

Dewleta Tirk, çi dema ku di meseleya Kurdan de polîtîkayên milîtarîst dide ber xwe weke gava pêşî ya vê polîtîkayê tecrîda li ser Rêber Apo giran dike.

Ji sala 2015’an û vir ve politikaya dewleta Tirk ev e”

Komeleya Hiqûqnasên ji bo azadiyê wê li dijî tecrîdê serî li wezareta dadê bidin

Li aliyê din Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê jî xwe amade dike ku li dijî tecrîda Îmraliyê serî li Wezareta Dadê bide.

Parêzer Nagehan Avçil: Ji bo aştiyê deriyên Îmraliyê vekin

Endama Komeleyê parêzer Nagehan Avçil derbarê tecrîda li ser Rêber Apo axivî û da zanîn ku tecrîd roj bi roj girantir dibe.

Nagehanê destnîşan kir ku tecrîda 23 sal in pêk tê wek proje li hemû girtîgehan bi bandor bûye û got:

“Hem di hiqûqa neteweyî hem jî di hiqûqa Tirkiyê de cihê tecrîdê tune.

Divê saziyên navneteweyî li dijî tecrîdê gavekê biavêje.”

Parêzer Nagehan Avçil dawî bang kir ku divê ji bo aştiyê deriyên Îmraliyê bê vekirin.

Back to top button