Şerê Ûkrayna û Rûsya di roja 10. de ye

10 rojin li Ûkrayna şerekî dijwar heye. Li welat artêşa Rûsyayê pêş dikeve û bajarên Ûkrayna yek bi yek wêran dibe. Ûkrayna ragihand ku heta niha bêtirî 10 hezar leşkerên Rûsya hatine kuştin. Rûsya jî dibêje wan heta niha zêdeyî 2 hezar bingehên binezasiya leşkerî ya Ûkrayna têk birine. Serokê Ûkrayna Zelensky nerazîbûneke hişk nîşanî NATO da û got: “Ji niha û pêde ji mirinên ku pêk tên hûn berpirsyarin.”

Ûkrayna ji ber êrişên Rûsya li ser welat dayî despêkirin dişewite.

Li aliyekê reva ji welat.

Li aliyê din, tankên Rûsya li ser xaka Ûkrayna li herêmên nû yên hatine kontrolkirin digerin.

Êrişa Rûsya ya li dijî Ûkrayna bi fermana Serokê welat Vladimir Putin dayî despêkirin di roja 10’an de ye.

Hîna jî Putin vê êrişê weke “operasyoneke leşkerî ya taybet a li ser Donbasê ya li rojhilatê Ûkraynayê” bi nav kir.

Ûkrayna: Di şer de bêtirî 10 hezar leşkerên Rûsya hatine kuştin

Li gorî daxuyaniya Sererkaniya Ûkraynayê, heta niha bêtirî 10 hezar leşkerên Rûsyayê hatine kuştin.

Her wiha, 39 balafir, 40 helîkopter, 269 tank, 945 wesayitên zirxî, 105 sîstemên topavêj, 409 wesayît, 60 tankên sotemeniyê û 3 balafirên bêmirov hatin bêkêrkirin.

Rûsya: 2,037 bingehên leşkerî yên Ûkrayna hatine bêbandorkirin

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Îgor Kona-şenkov diyar kir ku artêşa Rûsyayê dorpêça li derdora bajarê Mariupolê yê Ûkraynayê teng kiriye û herêmên derdor kontrol kiriye.

Konaşenkov derbarê êrişên li dijî binesaziya leşkerî ya Ûkraynayê jî ev agahî parve kir.

Bi giştî 2,037 tesîsên binesaziya leşkerî hatin îmhekirin.

Di nav wan de 71 navendên fermandarî û ragihandinê yên artêşa Ûkraynayê, 98 pergalên parastina hewayî yên S-300, û radar hene.

Ûkrayna: Ji ber êrişa Rûsya heta niha 2,000 sivîl hatine kuştin

Servîsa hawarçûnê ya Ûkraynayê ragihand ku heta niha ji ber êrişên Rûsya li ser welat bêtirî 2 hezar sivîl hatine kuştin.

Her wiha xebatkarên dezgehên veguhestin, nexweşxane, bi sedan avahî hatine armanckirin.

NY jî beriya niha ragihandibû ku heta niha bêtirî milyonek kes ji ber êrişên Rûsya ji welat koçber bûne.

Li gorî daneyên NY di navbera 24’ê Sibat heta niha de bêtirî 1,000 sivîl hatine kuştin.

Zelensky: Ji niha û pêde kesên bên kuştin sucê we ye

Doh NATO daxwaza Ûkrayna ya ku asîmanên welat li firînê bigre, red kiribû.

Serokomarê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky li dijî vê yekê bertekên tund nîşan da û got,

Ev yek tê wateya ku NATO ji bo Rûsya bajaran wêran bike, ronahiyek kesk pêxistiye.

Volodymyr Zelensky lûtkeya NATO’yê wekî “lûtkeya qels û tevlihev” bi nav kir û hincetên wê weke xwexapandinê pênase kir.

Zelensky îşaret bi NATO kir û got, Ji niha û pêde kesên ku bên kuştin, sucê we ye.

Li aliyekê din, ji bo ewlekariya santiralên nukleerî bang li Konseya Ewlekariyê ya NY kir ku bi awayekî awerte bicivin.

 

Back to top button