ARTÊŞA NIŞTÎMANÎ YA LÎBYAYÊ ÇETEYEKÎ MISRÎ TIRSNAK RADESTÎ HIKUMETA QAHÎRAYÊ KIR

Artêşa netewî ya Lîbyayê, çeteyekî Misrî ku gelekî xeter bû û li Lîbyayê şer dikir, radestî hikumeta Qahîrayê kir.

Desthilatên Lîbî çeteyê bi navê Hîşam Eşmawî êvara Sêşemê radestî hikumeta Misrê kir.

Eşmawî di Cotmehê de ji hêla artêşa netewî ya Lîbî li bajarê Dernayê hat girtin.

Çavkanîne Fermandariya Giştî ya Artêşa Lîbî îro agahiyên giring der barê têkiliyên wî bi kesayetên Lîbî û biyanî yên payebilind re eşeker kir û got:

Eşmawî der barê fînanskirina çeteyên li Misr û Lîbyayê mukur hat.

Çavdêrên siyasî diyar kirin ku Eşmawî roleke navendî di derxistina çeteyan ji Misrê da li gel Cebhet el- Nusra li Sûriyê şer bikin de, gerandiye.

Her wiha çete derbasî biyabana rojavayî ya Misrê dikir.

Li gorî agahiyan, Hîşam Eşmawî girêdayî koma “Ensar Beyt el-Meqdis” e û têkiliyên xwe bi rêxistina Ixwan el- Muslimîn re heye.

Jixwe piştevaniya dewleta Tirk ji çeteyên Nusrayê li Sûriyê re ne tiştekî veşartî ye.

Berî niha artêşa Lîbî anîbû zimên ku Enqere çeteyên DAIŞê dişîne Lîbyayê û piştevaniya wan dike.

Leave a Reply

Back to top button