Iraq..Ji bo serlêdana namzetiya ji bo serokkomariyê heta 3 rojan dem hat diyarkirin

Di civîna Parlamentoya Iraqê de careke din ji bo namzetiya serokkomariya Iraqê derî hat vekirin. Ji bo serlêdanê 3 roj dem hate diyarkirin.

Civîna Parlamentoya Iraqê ya ji bo nîqaşkirina cara duyemîn vekirina deriyê ji bo namzetiya serokkomariyê bi beşdariya 265 parlamenteran hat lidarxistin.

Di civîna Parlamentoyê de ji bo nîqaşkirina cara duyemîn vekirina deriyê ji bo namzetiya serokkomariyê ji 265 parlamenteran, 203 parlamenteran dengê ‘Erê’ bikar anîn.

Cîgirê Yekem ê Serokê Parlamentoya Iraqê Hakim Zamlî ji hêz û tevgeran xwest ku di nava 3 rojan de namzetên xwe pêşkêşî parlamentoyê bikin.

Di 9’ê Sibata 2022’an parlementoya Iraqê bi biryara Serokê Parlementoyê Mihemed Helbûsî carek din derî li pêş kesên nû ku bixwazin xwe ji bo namzetiya serokkomartiya Iraqê namzet nîşan bidin, vekiribû.

Back to top button