Ji bo azadiya Zeyneb Celaliyan kampanya tê destpêkirin

Wê li ser medya dijîtal ji bo azadiya Zeyneb Celaliyan a ku di zîndanên rêjima Îranê de ye kampanyek were ragihandin.

Kampanya Azadî bo Zeyneb Celaliyan, bi daxuyaniyekê ragihand, ji bo azadiya girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan ku ev zêdeyî 600 rojin nikare bi parêzer û malbatên xwe hevdîtinê bike, li ser medya dijîtal kampanyek didin destpêkirin.

Wê kampanya vê êvarê li gorî saeta Amedê di saet 20:00’an de li gorî Kirmaşan saet 20:30’an û li gorî dema Ewropayê di saet 18:00’an de were destpêkirin.

Di daxuyaniyê de banga tevlibûnek xurt li hemû Kurd û kesên azadîxwaz hat kirin.

Back to top button