8’ê Adarê li Eyn Îsa û Hesekê bi çalakiyên cuda hatin pîrozkirin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîrozbahiyê 8’ê Adarê berdewam dikin. Di pîrozbahiyan de soza parastina destkeftiyan hate dayîn.

Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, YPJ bi beşdarbûna nûnerên meclisên sivîl û leşkerî şahiyek li dar xist.

Di axaftinan de 8’ê Adarê li jinan û Rêber Ocalan hate pîrozkirin.

Rêxistina Kongra Star a Girê Spî jî semînerek li ser têkoşîna jinan li navçeya Eyn Îsayê da.

Di semînerê de hate gotin ku Şoreşa jinên kedkar ên di kargehên li Amerîkayê de, heta şoreşa Rojava ji tevahî cîhanê re bûye îlhamek.

Her wiha jinan dar li Eynîsa çandin..

Li Hesekê jî çalakiyên bi boneya 8’ê adarê hebûn..

Nivîsgeha Jinan a Hesekê bi beşdarbûna 130 jinên ji gundewarên Hesekê kargeheke dirûtin û karên destan vekir.

Her wiha bi beşdariya jinên gelek sazî û meclisan, şahiyek hat organîzekirin..

Ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan ve jî çalakî hate lidarxistin û di çalakiyê de şanoyek li ser têkoşîna jinan a li hemberî zihniyeta destthilatiyê hat pêşkeşkirin..

Li bajarê Qamişlo jî bi hevkariya gelek saziyên jinan, şahiyek hunerî li bexçeyê Xwendinê yê Qamişlo hat lidarxisitn….

Bi diruşma “Bi hev re em şoreşa xwe biparêzin û xaka xwe rizgar bikin”, Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk pêşengehek vekir..

Li vir jî gelek endam û rêveberên saziyên taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd amade bûn û 8’ê Adarê hat pîrozkirin..

Bi heman armancê, Desteya Ciwanan û Werzîşê ya Herêma Firatê û Yekitiya Jinên Ciwan çalakiyeke werzîşê li Stada Dostaniya Nerwic û Kobanê li dar xist.

Çalakî bi maçteke di navbera Tîma Hilinc û Stêrkên Kobanê de bi dawî bû .

Li aliyê din, Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê bi amadebûna bi dehan mêran semînrek li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido organize kir.

Li Tebqayê jî Yekitiya Jinên Ciwan pêşbaziyeke bi biskilêtan a 800 metreyan li qada bajar li dar xist.

Di pêşbaziyê de kesên di pêşbirkê de serketî hatin xelatkirin..

Li heman bajarî, Komîteya Jinan a girêdayî Rêveberiya Sivîl şahiyek ji zarokan re li dar xist.

Şahî bi amadebûna gelek sazî û malbatên zarokan destpêkir..

Di şahiyê de axafin hatin kirin û komên zarokan stran û dîlan pêşkêş kirin.

Back to top button