QSD: Dewleta Tirk mîna her carê nûçe û wêneyên derew diweşînin

Dewleta Tirk a dagirker wêneyên droneke bêmirov a ku li bakurê bajarokê Qebasîn yê Helebê ketibû û îdia kirin ku ya hêzên me ye, belav kirin..Navenda Ragihandinê ya QSD’ê jî bi daxuyaniyekê ev îda derewand.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê duh li ser malpera xwe ya fermî têkildarî îdiayên dezgehên çapemeniya dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da.

Hin kesên girêdayî dewleta Tirk a dagirker wêneyên droneke bêmirov a ku li bakurê bajarokê Qebasîn yê Helebê ketibû û îdia kirin ku ya hêzên me ye, belav kirin..

Navenda QSD’ê di daxuyaniya xwe de ev got:

“Ev nûçe û wêne derew in û tenê ev karê çeteyên kirêgirtî ne.

Em li bendê ne ku ev çete di rojên pêş de nûçeyên derew biweşînin..

Ev idîa tenê hewldanên bêhêvî ne ku dixwazin navê hêzên me xirab bikin.

Back to top button