Ehmed El-Cemîlî: PKK nûnertiya gel û şoreşê dike û nabe di lîsteyê de were hiştin

Hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê Ehmed El-Cemîlî diyar kir ku PKK’ê nûnertiya gel û şoreşê dike û xwest navê wê ji ‘Lîsteya Terorê were derxistin.

Ehmed El-Cemîlî anî ziman ku PKK’ê li ser bingeha fikirên demokratîk ên Rêber Apo tevdigere û got:

”Berxwedana PKK’ê û têkoşîna wê ji bo gelên azadîxwaz e.

Ev yek wê bibe sedem ku fikira wê li Rojhilata Navîn belav bibe.

Ji ber wê dewletên kapîtalîst êrişî gerîla dikin, dixwzin bi xistina wê ya di ‘Lîsteya Terorê’ de PKK lewaz bikin.”

Ehmed El-Cemîlî bang li gelê herêmê û yên azadîxwaz kir ku tev li pêngava însiyatîfa derxistina navê PKK’ê ji lîsteya terorê bibin, ji ber ku ew nûnertiya gel û şoreşê dike.

 

Back to top button