Wezareta Parastinê ya Rûsya: Hêzên me 93 balafirên Ûkrayna bêbandor kirin

Şerê Rûsya û Ûkrayna 10 roj li pey xwe hiştin, îro jî di roja 11’an de ye.
Her roja derbas dibe şer û pevçûn dijwartir dibin.
Pêşveçûna Rûsya li Ûkrayna berdewam e, di heman demê de piştgiriya hêzên cîhanî bi Ûkraynayê jî xurt dibe. Her aliyek ji wan bîlançoya şer li gor xwe radigîhînin.
Wezareta Parastina Rûsî dibêje: Me 93 balafir û 778 tangên artêşa Ûkranî bêbandor kirine. Wezareta Parastinê ya Ûkrayna jî dibêje: Hêzên me 269 tang û 945 maşîneyên zirxî yên Rûsî rûxandine. 

Şerê Ûkranya di roja 11’an de didome.

Her ku dem derbas dibe bîlançoya şer ji bo her du aliyan jî girantir dibe.

Wezareta Parastina Rûsî ragihand operasyonên wan, wekî ku hatiye plankirin li dijî Ûkranyayê didome.

Wezaretê diyar kir hêzên wan 69 balafir li ser erdê; 24 jî li asîman, bi giştî 93 balafir û 778 tangên artêşa Ûkranî bê bandorkirine.

Wezareta Parastin Ûkraynî: Me zêdeyî 11 hezar leşkerên Rûsî kuştine

Wezareta Parastina Ûkranî jî ragihand hêzên wan zêdeyî 11 hezar leşker, 39 balafir, 40 helîkopter, 269 tang û 945 maşîneyên zirxî yên artêşa Rûsyayê bêbandor kirine.

Bijîşkên Sînornenas ragihandin artêşa Rûsya li bajarên Harkov, Chernihiv, Mariupol herêmên ku sivîl lê dijîn bi awayekî dijwar bombebaran dike.

Taybet jî li bajarê Mariupol rewşekî xambax heye.

Wezîrê Karê Derva yê Amerîka û Ûkrayna li ser sînorê Polonya hevdîtin kirin

Li aliyekî din wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken piştî hevdîtina xwe ya bi Wezîrê Karê derve yê Polonya Zbigniew Rau re, serdana sînorê Polonya û Ûkrayna kir.

Antony Blinken, li ser sînor bi wezîrê Karê Derve yê Ûkraynayê Dmytro Kuleba re hevdîtin kir.

Dmytro ji Blinken xwest ku qada hewayî ji balafirên Rûsyayê re bigrin.

Kuleba daxuyaniya doh ya NATO’yê der barê negirtina qada hewayî de jî bi lewaziyê pênase kir.

Her wiha hat ragihandin ku Antony Blinken bi rayedarên Polonyayê re derbarê dayîna balafirên şer ji bo Ûkraynayê jî axivîne û aliyan li ser vê mijarê li hevkirine.

Pûtîn: Qedexeya qada hewayî ji bo balafirên Rûsî tê wateya ragihandina şer

Serokê Rûsya Vîladîmr Pûtîn jî doh bi daxuyaniyekê li dijî hewildanên girtina qada hewayî ji balafirên Rûsî derke.

Putin got: Hewildanên bi vî rengî, bi destên welatên cûda tê wateya ragihandina şer.

Kî vê gavê bavêje em ê bi wan re jî şer bikin.

Zelensky: Ji niha û pê ve NATO perpirsê bûyerên kuştinê ye

Doh jî NATO daxwaza Ûkrayna ya ku asîmanên welat li firînê bigire, red kiribû.

Serokê Ûkrayna Zelensky nerazîbûneke tund nîşanî NATO da û got:

“Ji niha û pê ve ji bûyerên mirinê ku pêk tên, hûn berpirsyar in.”

Back to top button