PAJK: Divê berxwedan ji bo her jinekê weke erk were dîtin

Koordînasyona PAJK’ê bi daxuyaniyekê peyama 8’ê Adarê da.
PAJK’ê diyar kir ku di sedsala 21’ê de pêşengiya jinan a li şoreşa sosyalîst, demokratîk geş kiriye, wê tekoşîna jinan, jiyana azad û berxwedana wan şoreşa jinê û mrirovahiyê mîsoger bike.

Koordînasyona PAJK’ê bi daxuyaniyeke niviskî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî, li Rêber Apo, jinên Kurdistanê û hemû jinên cîhanê pîroz kir.

PAJK’ê diyar kir wê biryardarî û helwesta jinan a 8’ê Adarê, bibe nîşaneya têkoşîna hevpara a li dijî hêzên hemonîk, qirkirin, dagirkerî û talana xwezayê.

PAJK’ê anî ziman ku modernîteya kapîtalîst, li hemû deverên cîhanê li dijî jinan û civakê şerekî tirsnak kiriye û wiha got:

Ji şidet, kuştin û qirkirina fîzîkî bigre, heya şerê derûnî û taybet, li hemberî jinan û tevahî civakê tê meşandin.

Li dijî vê, divê berxwedana jinan, rêxistina wan û xweparastin, ji bo her jinekê wekî erkekî were dîtin.

PAJK: Pêngava ‘dem dema azadiyê ye’ li ser bingeha azadiya Rêber Apo ye

PAJK’ê destnîşan kir ku pêngavên ‘Li hemberî qirkirina jinan, dem dema parastina jinên azad û civakê ye’ û ‘Dem dema azadiyê ye’ li ser bingeha azadiya Rêbertî ye û wiha domand:

Bi rihê tekoşîna 8’ê Adarê ya jinan û bi ruhê cejna Newroza gelan, wê di serî de jinên Kurd û gelê me yê li dora xeta Rêbertiya me bûye xelekek ji agirê azadiyê, biryardariya xwe ya bilindkirina tekoşînê û israra parastina jiyana azad û bi rûmet bi helwesteke xurt bersiva pêwîst bidin hêzên dagirker û mêtînger.

Koordînasyona PAJK’ê dawiya daxuyaniya xwe ev peyam da:

Em bi wesîleya roja tekoşîn û rabûna mezin a jinan, biryardariya xwe ya bi xeta şehîdên xwe re û girêdana bi Rêbertiya Azad re tînin ziman.

Back to top button