‘Divê hêzêke rawestandina qirkirina jinan were avakirin’

Insiyatîfa Têkoşîna li dijî dagirkerî û qirkirina jinan ji bo ewlehî û aştiyê, dibêje:
“Divê jin li hember sûcên ku li dijî wan tên kirin, bêtir xwe birêxistin bikin û têkoşîna xwe mezin bikin.”

Insiyatîfê bi nêzîkbûna 8`ê Adarê; duh daxuyanî da

Di daxwiyaniyê de wiha hat gotin:

“Sûcên li dijî jinan tên kirin, dihêle ku ku xwe bêtir birêxistin bikin û têkoşîna xwe mezin bikin.

Di vê pêvajoyê de gelek metirsî li ser jinan hene.

Ji ber wê nakokiyên civakî yên mezin di nav welatan de diafrînin û bi taybet jinan dikin armanc.”

Di daxuyaniyê de Insiyatîfê binpêkirinên li dijî jinan bi bîr xistin ûbêdengiya rêxistinên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan şermezar kir.

Dawiya daxuyaniyê, Insiyatîfê bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku hêzeke rasteqîn û çalak li hember berpirsên hemû sûcên li dijî jinan ava bikin.

Hevbendiya Neda banga yekîtiya jinan li Rojhilata Navîn kir

Bi boneya 8`ê Adarê Hevbendiya Jinan a Demokratîk a Herêmî ya li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê “Hevbendiya Neda” bi daxuyaniyekê 8’ê Adarê pîroz kir û hemû jinên di oxira bidestxistina azadî û jiyana birûmet de jiyana xwe ji dest dane, bi bîr anîn û got:

“Tevî hemû êrişên dewletên desthilatdar ên li dijî jinan jî, jin bi îsrar têkoşîna xwe didomînin.

Back to top button