Ridwan Silêman ku 31 sal in girtî ye cezayê wî bi dawî bûye jî dîsa nayê berdan

Li girtîgehên Tirkiyê, cezayê te bi dawî bibe jî tu nayê berdan. Taybet heger tu kurd bî, zext duqat dibin. Ridwan Silêman, yek ji wan girtiyan e.
31 sal in ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye girtin. Tevî ku cezayê wî niha temam bûye jî, dewleta Tirk wî bernade û 6 mehên din ceza lê birî. Malbata wî dibêje: Tevî êşkenceya lê dihat kirin jî, heta niha li ber xwe daye û tu carî nekarîne îradaya wî bişkînin.

Girtîgehên Tirkiyê bûne navendên zext û êşkenceyê.

Cezayê girtiyan bi dawî bibe jî dîsa nayên berdan.

Taybet heger kesê girtî kurd be.

Rewşa Ridwan Silêman vê yekê radixe ber çavan.

Sala 1960`an li gundê Sinceqa Sedûn a Amûdê ji dayik dibe û 1990`an tev li nava xebatên tevgera azadiyê dibe.

Ridwan 17`ê Îlona 1991`an, ji ber vê xebata xwe, li Bakurê Kurdistanê tê girtin.

Ev 31 sal in girtî ye û di van salan de rastî hemû cureyên êşkenceyê hatiye.

Di 5`ê Îlona 2021`ê de cezayê Ridwan bi dawî bû lê li şûna ku were berdan, 6 mehên din cezayê wî hat dirêjkirin.

Malbata wî li dijî vê nêzîkatiyê nerazîbûn nîşan da.

Birayê wî Fethellah Silêman ji ajansa Hawarê re behsa xebat û jiyana wî kir.

Fethellah diyar kir ku ew bi berxwedana birayê xwe serbilind in û behsa berxwedana birayê xwe ya di girtîgehê de kir.

Birayê wî yê din Rewanpak Silêman jî dibêje:

Tevî îşkenceya lê dihat kirin jî, lê heta niha li ber xwe daye û tu carî bi zzext û êşkenceyê nekarîne îradaya wî bişkînin.

Back to top button