Li Tirbespiyê 32 hezar û 58 îmze hatin komkiirn

Pêngava komkirina îmzeyan a ji bo derxistina navê PKK’ê ji lîsteya terorê, berdewam in. PYD’ê li Tirbespiyê bi daxuyaniyekê encamên komkirina îmzeyan eşkere kir. Komîteya Rêber Abdullah Ocalan li Bajarê Minbic jî bi daxuyaniyekê encamên kampanyê li bajar û gundên wê eşkere kir..

Pêngava komkirina îmzeyan a ji bo derxistina navê PKK’ê ji “lîsteya terorê” dewam dike..

Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê şaxa Tirbesibiyê derbarê mijarê de daxuyaniyek da…

Di daxuyaniya PYD’ê de hate eşkere kir ku wan 32 hezar û 58 îmze li Tirbespiyê kom kirine.

Her wiha îşaret bi rola PKK’ê ya sereke di têkbirina DAIŞ, çete û terorîstan de jî hat kirin û bang li civaka navnetewî hat kirin ku PKK’ê ji lîsteya terorê derxînin.

Komîteya Rêber Ocalan: Li Minbicê 180 hezar îmze hatin komkirin

Komîteya Rêber Abdullah Ocalan jî li baxçeyê Şehîd Hevrîn Xelef û bi beşdariya endamên saziyên sivîl û Meclisa Leşkerî ya Minbicê daxuyaniyek da.

Komîteyê di daxuyaniyê de encamên kampanya komkirina îmzeyan a bi armanca derxistina navê PKK’ê ji “lîsteya terorê” eşkere kir.

Di daxuyaniyê de ev yek hat ziman:

“Ji 20`ê Çileya 2022`yan ve me dest bi hemleya komkirina îmzeyan kiriye.

Heta niha 180 hezar îmze hatine komkirin.”

Her wiha qala beşdariya xelkê Minbicê bi rengekî çalak di nava pêngavê de jî hat kirin.

Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî hat kirin ku zextê li dewleta Tirk bike, da ku tecrîda li ser rêber Ocalan rabe û navê PKK`ê ji “lîsteya terorê” bê derxistin.

Back to top button