Rêber Abdullah Ocalan: Jin ji zayendiyê wêdetir e, xwedî wateyên berfireh e

Rêber Abdullah Ocalan derbarê têkoşîna jinan de dibêje rastiya jinê ji zayendiyê wêdetir e, xwedî wateyên ekonomîk, civakî û siyasî ye.

Rêber Abdullah Ocalan di pirtûka xwe ya bi navê ‘Sosyolojiya azadiyê’ de îşaret bi têkoşîn û azadiya jinê dike.

Rêber Abdullah Ocalan dibêje:

Ji dîroka mêtingeriya li ser jinê heta mêtingeriya di warê ekonomîk, civakî, siyasî û hişî, zelalkirina meseleyê, wê tevkariyê li zelalkirina mijarên din û ya ji bo civaka rojane bike.

Têgeha femînîzmê ya ku mirov dikare wekî ‘Tevgera jinparêziyê’ wergerîne, ji zelalkirina pirsgirêka jinan dûr e û ji ber ku zemînekî ava dike berevajiya wê ‘mêrparêzî’ pêk were, dibe ku meseleyê bêtir şolî bike.

Wekî ku bi tenê di bin serweriya mêran de jin tê pelçiqandin. Lê rastiya jinê berfirehtir e.

Rêber Abdullah Ocalan diyar dike ku ji zayendiyê wêdetir, wateyên jinê yên ekonomîk, civakî û siyasî heye û dibêje:

Ger em têgeha mêtingeriyê ji çarçoveya welat û netewe derxînin û di nav komên mirovan de binirxînin, em dikarin bi hêsanî diyar bikin ku pozîsyona jinan wekî mêtingeriya herî kevn pênase bikin.

Bi rastî jî di warê ruh û bedenê de tu diyardeya civakî, bi qasî jinê mêtingerî nas nekiriye.

Divê were fêmkirin ku sînorê jinê di asta mêtingeriyeke bi hêsanî nayê diyarkirin de ye.

Rêber Abdullah Ocalan: Xwezaya civakî bi ya jinê re wê were ronîkirin

Rêber Abdullah Ocalan eşkere dike di zanistanên civakî de, di cihên ku qala jinê tê kirin, nêzikatiyên propagantîf hene ku qet nêzî rastiyê nabe.

Rêber Abdullah Ocalan dibêje:

Ji dêvila femînîzmê têgeha jineolojiyê dibe ku zêdetir bergîdaniyê pêk bîne.

Heta ku xwezaya jinê di tariyê de bimîne, wê xwezaya civakî jî baş neyê ronîkirin.

Rêber Abdullah Ocalan eşkere dike ku azadî û wekheviya civakî bi tenê wekhevî û azadiya jinê diyar nakin.

Ji bo vê hewcedarî bi teorî, bername, rêxistin û mekanîzmayên çalakiyê hene.

Modernîteya demokratîk divê xwezaya jinê û tevgera wê ya azadiyê weke yek ji hêzên xwe yên bingehîn zanibe.

Di vê çarçoveyê de di xebatên jinûveavakirinê de wê binirxîne.

Back to top button