ENDAMÊ HÊZÊN EWLEKARIYA HUNDIRÎN SALIH TEBQA HAT OXIRKIRIN

Bi sedan şêniyên bajarê Tebqayê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Salih Tebqa bi merasîmekê li goristana şehîdan oxirkirin.

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Salih El-Casim bi nasnav Salih Tebqa di encama nexweşiyê de şehîd bû.

Bi sedan şêniyên bajarê Tebqayê piştî wergirtina cenazeyê şehîd bi karwanekî ber bi goristana şehîdan ve ketin rê.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê, Komîteya Hundirîn a Tebqayê û Meclisa Zagonsaz a Tebqayê axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd di nava slogan û tilîliyên dayikan de hate veşartin.

Leave a Reply

Back to top button