Li bakur û başûrê Kurdistanê çalakiyên 8’ê Adarê berdewam dikin

Çalakiyên Jinan bi bilindkirian têkoşînê îsal ji bo 8’ê Adarê tên lidarxistin. Jinên Êzidî, yên Başûrê Kurdistanê; Bakurê Kurdistanê û Ewropayê di nava tevgera pêşwazîkirina vê rojê de ne û dibêjin:” Dê 8’ê Adara îsal bi misogerkirian azadiya fêzîkî ya Rêber APO were li darxistin.”

Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) bi munasebeta 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi jinên kurd ên ezidî yên li Ewropa, Tirkiye, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rûsya û Ermenîstanê re civîna onlineyê li dar xist.

Di civînê de hate gotin, dê jinên kurd ên ezidî bêtir werin gel hevdu.

YJŞ’ê wê bi koma karetê 8’ê Adarê pêşwazî bike

Koma karetê ya YJŞ’ê ku dê bi hunera xweparastinê karetê tevlî şahiya 8’ê Adarê bibe amedekariyên xwe destpêkirine.

Şervana YJŞ’ê Parîs Xelef da zanîn ku ji bo jinê xweparastin pêdiviya bingehîne.

Tevgera Jinên Ciwanên Mexmûrê bi boneya 8’ê Adarê belavok belav kirin

Tevgera Jinên Ciwan Mexmûrê (TJCM) li Mexmûrê bi starta pirozbahîya 8’ê Adarê belavok belav kirin û 8’ê Adarê li jinên Mexmûrê piroz kirin.

Li Cizîrê bi tevlîbûna sedan jinan şahî hat lidarxistin

TJA û Meclisa Jinan a HDP’ê jî bi boneya 8’ê Adarê li Cizîrê bi coş û kelecanek mezin û bi tevlîbûna sedan jinan şahî li dar xistin.

Jin li Qadikoyê ji bo ‘hevdîtina mezin’ meşiyan

Aktîvîstên TJA’yê û Meclisên Jinan ên HDP û HDK’ê, bi pankarta “Dem dema azadiya jinê ye” li gel erbaneyê dest bi meşê kirin.

Jinan di meşê de jinên berxwedêr ên li girtîgehan silav kirin û 8’ê Adara li wan pîroz kirin.

TJA û Meclisa Jinan a HDP’ê bi şahiya jinan ji bo 8’ê Adarê bang kirin

TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê li Stewrê serdana gundan kirin û bi jinan re şahî li dar xistin.

Ji bo şahiya 8’ê Adarê ya wê li Nisêbînê were lidarxistin jî banga tevlîbûnê hate kirin.

Di şahiyê de Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay axivî û 8’ê Adarê ji bo hemû jinan pîroz kir.

Li bajarê Riha’yê daxuyanî hat dayîn

Platforma Jinan a Bajarê Rihayê jî bi wesîleya 8’ê Adarê li Meydana Topçu daxuyanî dan çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de girîngiya têkoşîn û azadiya jinan hat ziman. Piştî daxuyaniyê govend hat gerandin.

Li Semsûrê jinan daxuyaniya çapemeniyê dan

Platforma Jinan a Bajarê Semsûrê jî li Parka Demokrasiyê bi beşdariya gelek jinan daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku ew xwedî li xwe û mafên xwe derdikevin, dê rê nedin polîtîkayên şer û dagirkeriyê.

Li Meletiyê şahiya jinan hat lidarxistin

Meclîsa Jinan a HDP’a Meletiyê jî li navçeya Yazixanê şahiya jinan li dar xist.

Di şahiyê de kesên axivîn destnîşan kirin ku ew ê wek jin her rojê bikin 8’ê Adarê û wê berxwedana jinan bi ser bikeve û heta azadiyê dê têbikoşin.

Li Wanê şahiya jinan hat lidarxistin û banga tevlêbûna mîtîngê hat kirin

TJA’yê û Meclîsa Jinan a HDP’ê li taxa Xaçorta a Wanê şahiya jinan li dar xistin.

Hevseroka HDP’a Wanê û Parlamentera HDP’ê Muazzez Orhan di şahiyê de axivîn û banga tevlibûna mitîna 8’ê Adarê li jinan kirin.

Li navçeya Tetwanê a Bedlîsê şahî hat lidarxitin

TJA’yê û Meclîsa Jinan a HDP’ê li navçeya Tetwana Bedlîsê jî şahî li dar xistin.
Jinên ku di şahiyê de axivîn û bal kişandin ser girîngiya têkoşîn û azadiya jinan.

Li gelek bajarê Ewropa şahî û çalakî ji bo 8’ê Adarê hatin lidarxistin

Jinên Kurd di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî li gelek welatên Ewropa derketin qadan û şahî li dar xistin.

Jinan di çalakiyan de banga bilindkirina têkoşîn û daketina qadan kirin.

Back to top button