Konferansa Azadî û Demokrasiyê li Almanyayê hate destpêkirin

Konferansa Azadî û Demokrasiyê ku doh li Berlînê a Almanyayê dest pê kir iro di roja duyemîn de dewam kir. Di konferansê de îşaret bi rewşa li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê û kirinên desthilata AKP-MHP’ê yên li dijî gel hatin kirin. Her wiha bal hate kişandin li ser rewşa gelan, bawerî û çandan û hat gotin, “Emê siberoja xwe bi hev re ava bikin.”

Li bajarê Berlînê ya Elmanyayê Konferansa Demokrasî û Azadiyê hate lidarxistin

Gelek siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar û nûnerên sazî û rêxistinên Kurdistanî û dostên wan cihê xwe di konferansê de girtin.

Konferansê îro jî dewam kir.

Duh axaftina vekirinê ji aliyê prof. Dr. Neşe Ozgen û Rojnameger Hayko Bagdat ve hat kirin.

Di konferansê de rewşa li Tirkiyê û kirinên dewleta Tirk yên li dijî gel hatin niqaşkirin

Di axaftinan de qala girîngiya civînê û armancên wan yê ji konferansê hate kirin.

Di roja yekemîn de bi sernavên ‘Tespîta xisarê’, ‘Rêya rizgariyê’ û ‘Avakirina dahatûyê’ niqaş hatin kirin.

Di axaftinan de îşaret bi rewşa li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê û kirinên desthilata AKP-MHP’ê yên li dijî gel hatin kirin.

Her wiha bal hate kişandin li ser rewşa gelan, bawerî û çandan û hat gotin,

“Emê siberoja xwe bi hev re ava bikin.”

Ji aliyê beşdaran ve jî li ser mijarên cuda axaftin hatin kirin û peyamên yekitiyê û xurtkirina têkoşîna li dijî desthilatdariyê hatin dayîn.

Konferans di roja 2. de bi mijara ‘Muxelefeta Civakî’ dewam kir

Konferansa Demokrasî û Azadiyê di roja duyemîn de bi mijara ‘Muxalefeta Civakî’ dewam kir

Rûniştina 2’an bi tevlêbûna 17 komele û insîyatîfên ku têkoşîna heq û dadê didin, dest pê kir.

Destpêkê li ser navê Dayikên Aştiyê Nafiye Yîgît axivî û diyar kir dayikên Kurd bi salan e ji bo aştiyê têdikoşin û bang li parêzerên mafê mirovan kir ku piştgiriyê bidin aştiyê.

Ferît Şenyaşar ku li gel diya xwe Nobeta Edaletê didomîne, bal kişande ser komkujiya Nexweşxanê ya Dewletê ya li Pirsusê û got: ”Li dijî vê nehiqûqiyê ez û diya xwe me dest bi berxwedanê kir.”

Li ser navê Insîyatîfa Dayikên Şemiyê Masîd Ocak jî bi bîr xist ku 9’ê Adarê Nobeta Dadê ya Şenyaşaran dikeve sala 2’an û bang kir ku her kes tevlî çalakiya 9’ê Adarê ya li ber avahiya edliyê ya Rihayê bibe.

Ji Insîyatîfa Piştevaniya Girtiyan Ugur Karataş bal kişande ser rewşa girtiyên nexweş.

Karataş diyar kir divê li dijî sûc û binpêkirinên li girtîgehên Tirkiyê berxwedan were bilidinkirin.

Serokê Giştî yê Civaka Îslamî ya Kurdistanê-CÎK’ê Ehmed Turhallî jî axivî û bal kişande ser êriş û tundiya li dijî gelê Kurd.

Back to top button