Di 11 rojan de, Rûsyayê bi dehan herêmên Ûkrayna wêran kir

Ji 24’ê Sibatê ve, êrişa Rûsya ya li dijî Ûkrayna bûye rojeva sereke a cîhanê. Rûsya roj bi roj hîn zêdetir dadikeve nava xaka Ûkrayna. Ûkrayna ragihand ku heta niha bêtirî 11 hezar leşkerên Rûsya hatine kuştin. Moskow jî dibêje, wan kariye 2,203 binesaziyên leşkerî yên Ûkrayna têk bibin. Di nava van daneyan de, rewşa mirovî ya li Ûkrayna ji her demê kambaxtire.

Rastiya wêraniya şer li Ûkrayna xuya dike.

11 rojin li welat, metirsiya ji ber êrişa Rûsya li dijî Ûkrayna dayî destpêkirin heye.

Gund, navçe û bajar yek yek ji ber şer tên valekirin.

Êrişa artêşa Rûsya ya bi balafir û çekên giran Ûkrayna ji hev xistiye.

Wêraniya li welat, asta dijwariya şerê heyî ji dide xuyakirin.

Ûkrayna: Bêtirî 11,000 leşkerên Rûsya hatine kuştin

Sererkaniya Ûkraynayê têkildarî şerê 11 rojan yên li dijî Rûsya agahiyên dawî parve kir.

Li gorî vê; Bêtirî 11 hezar leşkerên Rûsyayê hatine kuştin.

44 balafir, 48 helîkopter, 285 tank, 985 wesayîtên zirxî, 109 sîstema topavêj, 447 wesayît, 60 tankên sotemeniyê û 4 balafirên bêmirov hatine bêkêrkirin.

Rûsya: 2,203 binesaziyên leşkerî hatine bê bandor kirin

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov jî li ser şerê li Ûkrayna agahî da.

Îgor Konaşenkov îdia kir ku hêzên wan û cudaxwazan li herêma Donbass û deverên din nêzî 10 herêmên nû kontrol kirine.

Konaşenkov diyar kir ku hêzên leşkerî ji aliyê bakur û bakur-rojavayê bajarê Mariupolê ve pêşde diçin.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê got,

“Di encama êrîşên doh êvarî de, 61 binesaziyên leşkerî yên artêşa Ûkrayna hatine têkbirin.”

Bi van daneyên nû re ji mara binesaziyên leşkerî yên Ûkrayna ku ji aliyê Rûsya ve hatine têkbirin gihişt 2,203’an.

Ev der jî herêma Radenske ya Xersonê ye.

Rûsya dimenê navendeke leşkerî ya Ûkrayna ku li ser rûberê 6-7 hektarî ku ji cebilxaneyê tije, weşand.

Di nava şer de sivîl ji Irpin û Mariupol tên derxistin

Li aliyekî din ji bo vekirina korîdoreke mirovî û derxistina sivîlan ji herêmên Irpin a Kîev û Mariupol xebat tên kirin.

Bi hezaran sivîlên li van herêman di nava şerê heyî de hewil tê dayîn ji cihê şer werin derxistin.

NY: Milyonek û 500 hezar kes ji Ûkrayna koçberî derve bûne

Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî jî diyar kir ku tenê di nava 10 rojên destpêka şer de, milyonek û niv Ûkraynî koçber bûne.

Komîseriyê got: Ev ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn ve wekî pêla herî zêde ya koçberan a di nava demek kin de pêk hatî tê hesibandin.

 

Back to top button