Li herêma Firatê bi çalakiyên cûda 8’ê Adarê hat pîrozkirin

Li herêmên Firat û Şehbayê jî bi boneya 8’ê Adarê li qadan bûn. Jinan bi çalakiyên cûda 8’ê Adarê pîrozkirin.

Bi boneyA 8’ê Adarê roja jinan a cîhanî bi dehan jinên Kobanê hatin cem hev û bi şahiyekê pêşengeha karê destê jinan vekirin.

Li herêma Firatê û Şehbayê çalakiyên 8’ê Adarê dewam dikin û jin bi çalakiyên cihêreng vê rojê pîroz dikin.

Bi boneya Roja Jinan a Cîhanê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Herêma Firatê, şahiyek li navçeya Sirînê li dar xist.

Li Şehbayê jî jinan bi şahî û çandina daran 8’ê Adarê pîrozkirin

Her wiha bi heman armancê,, li Şehbayê jî çalakî û şahî hatin lidarxistin.

Li kampa Serdemê ya li Şehba jî Koçberên Efrînî bi boneya 8’ê Adarê dar çandin.

Back to top button